Wezîra Berevaniya Almanyayê kandîda serokatiya Komîsyona Ewropayê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê hewl didin, Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von der Leyen bikin Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û eger ew hewldan biserkevin, Ursula Von der Leyen dê bibe yekem jin ku serokatiya wê komîsyonê werdigre.

 

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Donald Tusk ragihand, Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula Von der Leyen ji bo serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hatiye berbijêrkirin.

 

Ev biryar di demekê de ye ku berbijêrên din bo cihgirtina serokê niha yê komîsyonê Jan Klud Janker, hatin redkirin.

 

Berbijarkirina Von der Leyen bo posta serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê piştî gotûbêjên çend rojî yên navbera serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê bo diyarkirin berbijarekî bo vî postî tê.

 

Von der Leyen di dema wezîrtiya xwe de, weke Wezîra Berevaniya Almanyayê çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û di hemû serdanên xwe de tekezî li ser piştgiriya Almanyayê bo Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kiriye.