Di qezaya trênê de hejmara miriyan gihîşt 288 kesan

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hindistan Qezaya Trênê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezaya trênê ya ku duh li eyaleta Odisha ya Hindistanê qewimî de hejmara miriyan derket 288 kesan û zêdeyî 900 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya rojnameya The Hindu di qezaya ku li nêzî Gara Trenê ya Bahanaga Bazarê ya li herêma Balasore ya eyaletê 3 trên, 2 ji wan rêwî û 1 jê ya bar pêk hat de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 900 kes jî birîndar bûn.

Herwiha rayedarên Hindistanê ragihandin ku 179 ji birîndaran rakirin nexweşxaneyê, û hewl tê dayîn ku zêdetirî 600 rêwiyên di trênê de asê mane bên derxistin.

Li gorî medyaya herêmî ya Hindistanê, bûyera trajîk ku di 20 salên dawî de li welêt wekî "qezaya trenê ya herî mezin" tê binavkirin. Herwiha ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.

Şêniyên herêmê jî piştgiriyê didin xebatên rizgarkirinê. Ji ber qezayê gelek seferên trênê hatin betalkirin.

Rayedarekî payebilind ê eyaleta Odisha Pradeep Jena got ku 200 ambûlans, 50 otobus, 45 klînîkên gerok û zêdetirî 1200 polîs û tîmên rizgarkirinê bo herêmê hatine veguhestin.

Serokkomarê Hindistanê Draupadi Murmu di peyama xwe ya Twitterê de xemgîniya xwe ya ji ber qezayê anî ziman û diyar kir ku ew xemgîniya malbatên ku hezkiriyên xwe ji dest dane parve dike.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî jî diyar kir ku di derbarê qezayê de bi Wezîrê Rêhesinê re hevdîtin kiriye û ji kesên ku di qezayê de mexdûr bûne re hemû piştgirî tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst