Taliban dest bi jinavbirina zeviyên heşîş û esrarê dike

03-06-2022
RÛDAW
Hikûmeta Talibanê biryar daye ku êdî li Efxanistanê heşîş, tiryak û madeyên hişbir neyên çandin.
Hikûmeta Talibanê biryar daye ku êdî li Efxanistanê heşîş, tiryak û madeyên hişbir neyên çandin.
Nîşan Efxanistan Taliban Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Talibanê biryar daye ku êdî li Efxanistanê heşîş, tiryak û madeyên hişbir neyên çandin. Wezîrê Navxwe yê Talibanê dibêje her kesê ku dijî biryarê derkeve dê were girtin û cezakirin.

Çekdarekî Talibanê bi çekê çavdêrîya wêrankirina zeviyeke madeyên hişbir li parêzgeha Hêlmand a li başûrê Efxanistanê dike.

Traktorek bi gasin ku çekdarekî Talibanê bi çeka di dest de li ser rûniştiye, di nav zeviyê de tê û diçe û erdê dikêle.

Parêzgeha Hêlmand a Efxanistanê weke navenda çandina heşîş, tiryak û heroînê tê nasîn. Neteweyên Yekbûyî dibêje ku tenê sala borî, Efxanistan bi qasî 2,7 milyar dolar dahat ji madeyên hişbir wergirtiye.

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe bi Rûbirûbûna Madeyên Hişbir, Mula Ebdulheq Axûnd dibêje, "Berpirsên me yên payebilind biryar dane ku bi hemû awayî çandina esrarê qedexe be. Lewra yên li dijî biryarê derdikevin û çandiniyê didomînin tên desteserkirin û derbarê wan de li gorî qanûnên şerîetê li dadgehên taybet lêpirsîn tê kirin."

Nûr Mihemmed ligel keça xwe ji neçarî û di destê wî de îskaneke çayê rûniştiye û temaşeyî jinavbirina zeviya xwe dike. Ew jî wek bi milyon kesan yek kese ku debara jiyana xwe ji çandina esrarê dike û mehane nêzîkî 300 dolaran bi dest dixe.

Nûr Mihemmed xwediyê zeviya esrarê dibêje, "Em rûbirûyê hişkesalî û kêmaviyê bûne, zeviya me jî ew qasî mezin nîne. Ji bo çandiniyê li şûna esrarê me ti berhemeke din peyda nekir. Eger rê nedin em esrarê biçînin, tiştek bi destê me nakeve."

Wîleyeta Hêlmendê navenda çandina heşîş, esrar û çend madeyên din ên hişbir e.

Efxanistan çavkaniya serekî ya bazara Ewropayê û Asyayê ye bo wan ev madeyên hişbir.

Tevî ku Amerîkayê di nava 20 salên borî de bi milyar dolaran xerc kiriye lê nikaribûye dawî li bazirganiya neyasayî ya maddeyên hişbir bîne.

Li gorî raporta Ofîsa Rûbirûbûna Madeyên Hişbir û Sûcan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve sala borî Efxanistanê di navbera 1.8 milyar heta 2.7 milyar dolar dahat ji hinardekirina wan madeyan bidestxistiye ku dike ji %14 dahata giştî ya navxwe ya vî welatî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst