Di navbera Rûsya û Almanya de krîz derket

03-06-2021
RÛDAW
Nîşan Rûsya Almanya Lufthansa Rus Aeroflot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera Rûsya û Almanya de krîza geştên asmanî derket.

Ji ber ku Rûsya destûra kompaniya Almanî Lufthansa nû nekir, wê kompaniyê temamê geştên xwe yên ji bo Rûsya rawestandin. Her wiha Almanya, destûrên temamê balafirên rêwiyan ên Rûsî ku asmanê wê bikar tînin jî ragirtin.

Piştî ku plana geştên Kompaniya Almanî a Balafirvaniya Sivîl Lufthansa ji bo meha Hezîranê ji aliyê Rûsya ve nehate pesendkirin û destûrên pêwîst nehatin dan, Almanya jî, destûra bikaranîna asmanê xwe ji bo kompaniyên Rûsî Rus Aeroflot û S7 ragirt û nahêle ew kompanî li balafirgehên wê jî bêne xwarê.

Rêveberiya Karûbarên Asmanî ya Federal li Almanya di daxuyaniyekê de got, heta ku helwesta Rûsya neyê guhertin, Almanya jî destûrê nade balafirên Rûsî.

Piştî çend saetan ji vê krîzê, herdû welat gihîştin rêkeftinekê ku asmanê xwe li ber balafirên geştyaran vekin.

Lê heta niha Wezareta Gihandina Almanya tu daxuyanî di vê derbarê de nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst