Pîzafiroşê Dêrsimî li Kanadayê xwarin da xwendekarên ji neteweyên cuda

03-06-2019
Emrah Akbulak
Zeynel Arî xwendekarên bê malbat ên ji neteweyên cuda li xwaringeha xwe kir mêvan
Zeynel Arî xwendekarên bê malbat ên ji neteweyên cuda li xwaringeha xwe kir mêvan
Nîşan Zeynel Arî Dino’s Wood Xwarin Kanada Toronto
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Zeynel Arî yê xelkê Dêrsimê, ku li bajarê Torontoyê yê Kanadayê bi serkeftinên xwe yên di warê çêkirina pîzayan de navder e, xwendekarên bê malbat ên ji neteweyên cuda li xwaringeha xwe kir mêvan û xwarin dan wan. Herwiha parlamentera Kanadî Christine Hogarth jî bû mêvana Zeynel Arî yê bi nasnavê “Dino Dêrsim” tê naskirin.

Karsazê ji Dêrsimê Zeynel Arî, berî 20 salan ji Bakurê Kurdistanê koçberî bajarê Torontoyê yê Kanadayê bûye û li wê derê bi çalakiyên xwe yê hevkarî û hevgirtînê bûye kesayetekî navdar.

Zeynel Arî ku pêştir li Kanadayê bi serkeftêna xwe ya çêkirina pîzayê xelat wergirtibû û bibû rûyê reklama supermarkata herî mezin a wî welatî, vê carê jî xwendekarên bê malbat ên ji neteweyên cuda li xwaringeha xwe kir mêvan.

Arî bixwe pîzayên mêvanên xwe amade kir û ligel wan sohbet kir.

Derbarê vê yekê de karsazê Kurd ji Rûdawê re got: “Ji neteweyên Kurd, Tirk, Japon û Çînî 20 xwendekar bûn mêvanên me. Herwiha parlamentera Kanadî Christine Hogarth jî amade bû. Me bi taybetî xwendekarên bê malbat kirin mêvan xwe.”

Xwediyê Dino’s Wood Fireyê Arî da zanîn ku wan dixwest hejmareke zêdetir kes bikin mêvan xwe, lê di mercên niha de derfetên wan têra vê yekê kir û got: “Ji aliyeykê ve mêvanên xwe kêfxweş kir û ji aliyekê ve jî ew helwesta me ji karsazên din re bû minak daku ew jî çalakiyên bi vî rengî lixwe bigirin.”

Parlamentera Kanadî destxweşî kir


Parlamentera Etobicoke-Lakeshoreyê ya endamê Parlamentoya Kanadayê jî Christine Hogarth li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destxweşî li Xwediyê Dino’s Wood Fireyê Zeynel Arî ku xwarin da xwendekarên bê malbat ên ji neteweyên cuda.

 

 

 


Bi gotina Zeynel Arî di nav mişteriyên wî de stêrkên Hollywoodê, Serokwezîrê Kanadayê û çend endamên parlamentoya wî welatî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst