Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye

03-05-2024
Nîşan Azadiya Çapemeniye Tirkiye RSF
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2024an a RSFyê Tirkiyeyê ji nava 180 welatên cihanê di rêza 158an de cih digire.

Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) her sal li ser rewşa azadiya vegotinê û rewşa rojnamegeriyê bi navê Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê raporekê amade dike.

Li gorî raporê, Tirkiyeyê sala 2024an di kategoriya welatên ku rewşa wan "pir xedar e" de maye.

RSFyê rapor 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de belav kir.

Tirkiyeya ku sala borî di rêza 165an de cih digirt îsal di îndeksê de di rêza 158an de cih girt.

Li welatên wekî Rûsya, Azerbeycan û Hindistanê yên ku par di îndeksê de li pêşiya Tirkiyeyê bûn, rewşa rojnamegeriyê xerabtir bûye.

Hat diyarkirin ku guherîna cihê Tirkiyeyê ji ber xirabtirbûna rewşa li wan welatan e.

Di îndeksê de 3 welatên ewil jî Norwec, Danîmarka û Swêd in.

Di îndeksê de Çîn (172), Vîetnam (174), Îran (176), Koreya Bakur (177), Efxanistan (178), Sûriye (179) û Erître (180) di rêzên dawiyê de cih digirin.

“Rojnamegerên Kurd hatin girtin”

RSFyê di raporê xwe de behsa hilbijartinên serokkomarî û giştî yên meha Gulana sala 2023yan ên Tirkiyeyê jî kiriye.

Amaje bi sansur û girtina bi dehan rojnamegerên Kurd hat kirin û ew girtin wekî “hewla qelskirina azadiya çapemeniyê û binpîkirina mafê vegotinê” hat pênasekirin.

RSFyê daye zanîn ku Tirkiye girtina rojnamegeran û sansura li ser medyayê bi awayekî sîstematîk didomîne.

Tirkiyeyê sala 2002yan de dema ku AK Partî bi tena serê xwe bû desthilat, di Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di rêza 99an de cih girtibû.

Sala 2016an de dema ku hewldana derbeyê pêk hat daketibû rêza 151an.

Sala 2017an de di rêza 155an, salên 2018 û 2019an de jî de di rêza 157an cih girtibû.

Di îndeksa sala 2020î de di rêza 154an û sala 2021ê di rêza 153yan, sala 2022yan di rêza 149an û sala 2023yan jî di rêza 165an de cih girtibû.

“Îsraîlê zêdetirî 100 rojnamegerên Filistînî kuştin”

Binpêkirin û kuştina rojnamgeran li Xezeyê jî di raporê de cih digirin.

Şerê Xezeyê bi êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşînê ya li hemberî Îsraîlê dest pê kir.

Li gorî raporê, zêdetirî 100 rojnamegerên Filistînî ku herî kêm 22 ji wan li ser karê xwe bûn ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.

RSFyê artêşa Îsraîlê bi armanckirina rojnamegerên li herêmê tohmetbar dike û diyar dike ku ev “sûcê şer e.”

Li gorî raporê, Rojhilata Navîn li cîhanê ew herêm e ku herî zêde rojnameger li wê derê di girtîgehan de ne.

Bi taybetî jî welatên wekî Îsraîl, Erebistana Siûdî, Sûriye û Îranê bi sedan rojnameger girtî ne.

Di îndeksê de Almanya di rêza 10emîn, Fransa di rêza 21emîn, Îngilistan di rêza 23yemîn, Îtalya di rêza 46emîn, Bulgaristan di rêza 59emîn û Yunanistan di rêza 88emîn da cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst