Şerê Ukraynayê: Li Mariupolê jiyan hêdî hêdî asayî dibe

03-05-2022
RÛDAW
Wêneyeke bajarê Mariopul ê Ukraynayê ku heftiyek e ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin. Wêne: Maxar Technologies / AFP
Wêneyeke bajarê Mariopul ê Ukraynayê ku heftiyek e ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin. Wêne: Maxar Technologies / AFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna hefteyekê bi ser kontrolkirina bajarê Mariupol ê Ukraynî ji aliyê artêşa Rûsyayê ve, hêdî hêdî rewşa jiyanê li wî bajarê wêranbûyî asayî dibe.

Mikhail niştecihekî bajarê Mariupolê ye ku bi Rûsî diaxife û niha xaniyê xwe yê wêranbûyî çê dike.

Mikhail dibêje, “Em çi bikin? Divê em bi awayekî baş bikin. Rûsya dibêje di 9ê vê mehê de ez serkeftinê pîroz dikim. Gelek baş e, ez wê rojê cilekî xweş li xwe dikim.”

Şerê çend hefteyan di navbera artêşa Rûsyayê û hevpeymanê wê ligel artêşa Ukraynayê, piraniya Mariupolê wêran kiriye.

Zêdetir ji 200 hezar kesan ji bajarê xwe derketine û aware bûne. Piraniya wan ber bi Ukraynayê ve çûne, lê beşeke kêm jî ber bi Rûsyayê ve çûne.

Niha nêzîkî 200 hezar kes li bajêr mane. Weke ku tê dîtin, ti pirsgirêka wan bi serbazên Rûs û Komara Donetsk ya ku nayê naskirin, ku li tevahiya bajêr belav bûne, nîne.

Pirsgirêka avê heta niha heye û bi bîdonan dabîn dikin.

Rûsya rojane karwanên xorakê digihîne taxên bajêr.

Li ser her qutiyekê weke amajeya "ji bo serkeftinê" tîpa Z hatiye danîn.

Serokê Komara Donetskê ya nenaskirî Denis Pushilin, rojane serdana herêmê dike.

Denis Pushlin dibêje, “Di demeke nêzîk de, bi hevkariya Federasyona Rûsyayê, em dê planekê ji bo nûjenkirina Mariupolê cîbicî bikin. Lê ev piştî bidawîbûna pirsgirêka herêma Azovstal û grûpên neteweperest destpê dike.”

Rêyeke mirovî ya taybet ji bo Azovstalê bi hevkariya Xaça Sor hatiye vekirin; jin û zarokan ber bi naverasta Ukraynayê ve dibin;

Lê heta niha nayê zanîn çarenûsa serbazên Ukraynî yên li Azovstalê dê çi be.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst