Şer di navbera hêzên Koreya Bakur û Başûr de derket

03-05-2020
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakur Koreya Başûr Kim Jong-un
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyeke sînorî şer di navbera hêzên Koreya Bakur û Başûr de derket

Li navçeyeke sînorê navbera Bakur û Başûr, şerê bi teqeyan di navbera hêzên Koreya Bakur û Başûr de derket.

Fermandariya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand serê sibeha roja Yekşemê, artêşa Koreya Bakur teqe li zêrevanên sînor ên Koreya Başûr kirine û artêşa Koreya Başûr jî bersiva wan daye.

Heta niha sedema derketina vî şerî diyar nîne, hevdem li gor axaftina berpirsên Koreya Başûr di bûyerê de zerar negihiştiye kesî û niha şer rawestiya ye.

Derketina vî şerê bi teqeyan di navbera Koreya Bakur û Başûr de di demekê de ye ku Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un roja Şemiyê piştî demeke dirêj ku xuya nebû û guman dihatkirin mirî be, derket û wêneyên wî di medyaya Koreya Bakur de hatin belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst