Wezîrê Yûnanî bo Tirkiyê got: Yûnanistan ne Efrîn e!

03-05-2018
RÛDAW
Nîşan Yûnanistan Tirkiye Efrîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Yûnanistanê li ser egera welatî wî û Tirkiye li ber hev rabin got: “Yûnanistan ne Efrîn e.”

 

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kocias beşdarî bernameyekê televîzyona Skai bû behsa gengeşeyên di navbera welatê xwe û Tirkiyê de yên ji ber hinek giravên li Deryaya Egeyê de kir.


Nikos Kocias diyar kir ku ew naxwazin di navbera herdu welatan de ti alozî derbikeve û got: “Tirkiye ne ewqasê bêaqile êrişî Yûnanistanê bike.”


Kocais ser mijara “egera welatî wî û Tirkiye li ber hev rabin” de jî wiha axifî: “Yûnanistan ne Efrîn e. Tenê zerar dê nebe, rîska windakirinê jî heye.”


Wezîrê Derve yê Yûnanistanê wek welateke hevnegirtî bi nav kir û got: “Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan herî zêde bala xwe dide yêdeka enerjiyê ya li herêmê û dibe ku rola Tirkiye di sudwergirtina van yêdekan de nine lewma hêrs dibe.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst