Norwêc serbazên xwe dişîne bo alîkariya şerê DAIŞê

03-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokwezîra Norwêcê Erna Solberg ragihand ku Norwêc dê serbazên xwe bişîne Urdinê ji bo rahênana şervanên Sûrî.

Serokwezîra Norwêcê Erna Solberg Norwêc dê nêzîkî 60 serbazî bişîne Urdinê ji bo rahênana şervanên Sûrî.

Di nav koma serbazê Norwêcî de hejmarek ji serbazê taybet hene ji bo rahênan û alîkariya şervanên Sûrî li dijî DAIŞê.

Erna Solberg diyar kir ku ragihand ku pêwîstiya şandina van serbaza bi nerîna parlamentoyê heye.

Berê jî Norwêcê 120 serbaz şandibûne Iraqê ji bo rahênana hêzên Iraqî û Kurdî ku şerê DAIŞê dikin. Hêj ew serbaz li Iraqê ne.

Ev biryara Norwêcê di demekê de hat ku Amerîkayê ragihand ku ewê hejmara serbazên xwe li Sûriyê bêhtir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst