Fînland - Sanna Marin bi ser neket, Petteri Orpo dibe serokwezîrê nû

03-04-2023
RÛDAW
Nîşan Fînland Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Petteri Orpo bû serokwezîrê nû yê Fînlandê. Li gorî encamên hilbijartinên parlamentoyê yên Fînlandê, Partiya Hevpeymaniya Nîştimanî ya muhafazakar bi rêjeya ji sedî 20.8ê dengan bi ser ket.

Di hilbijartinên parlamentoyê yên Fînlandê de Petteri Orpo bû serokwezîrê nû û Partiya Rast a Fînlandê jî ji sedî 20ê dengan bi dest xist.

Partiya Sosyal Demokrat a bi serokatiya Sanna Marîn ku serokwezîr bû, ji sedî 19,9ê dengan bi dest xist û di hilbijartinan de bi ser neket.

Li gorî vê yekê, di Parlamentoya Fînlandê ya ku ji 200 kursiyan pêk tê, Partiya Hevpeymaniya Nîştimanî 48, Partiya Rast a Fînlandê 46, Partiya Sosyal Demokrat jî dê 43 kursiyan bi dest bixin.

Partiya Navendî jî dê bi 23 parlamenteran, Yekîtiya Keskan 13 û Tifaqa Çep jî bi 11 parlamenteran bên temsîlkirin, tê payîn ku Partiya Gel a Swêdê 9 kursiyan bi dest xistiye.

Kursiyên mayî jî dê di navbera partiyên din û berbijêrên serbixwe de bên parvekirin.

Hikûmeteke koalîsyonê dê Fînlandê birêve bibe

Partiya ku di hilbijartinan de dengên herî zêde bi dest dixe dibe xwedî derfeta avakirina hikûmetê.

Ji bo birêvebirina welat pêwîst e koalîsyoneke ji zêdetirî 100 parlamenteran di parlamentoya ku 200 kursî tê de hene bi dest bixe.

Encamên fermî yên dawî dê di 5ê Nîsanê de bên eşkerekirin. Li gorî encaman, wê careke din Fînlandê hikûmeteke koalîsyonê bi rê ve bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst