Gundê bi hingivê xwe dihat naskirin metirsî li ser heye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Înzîkrî yê li rojavayê Mexrîbê cihê xwedîkirina mêşhingivan e û Mêşhingiv bûye nasnameya vî gundî.

Pispor dibêjin, dîroka xwedîkirina mêşan li vê navçeyê bo salên 1850î vedigere.

Lê gundê Îzîkrî rastî hişkesaliyê û kêmaviyê hatiye û dibe ku hişkesalî vê nasnameyê ji wî gundî bistîne.

Îbrahîm Şatû, ser mêşên xwe vedike û dibêje tenê di nava 2 mehan de wî yek ji sêyê mêşhingivên xwe ji dest dane.

Îbrahîm Şatû dibêje, “Salên 2020 û 2021an baş bûn, şikir ji Xwedê ra baraneke baş barî. Berhemeke baş a mêşên me hebû. Em hêvî dikin ku îsal baran bibare, ji ber ku min heta niha 40 şaneyên hingiv jidest da.”

Hikûmeta Mexrîbê, îsal bo piştgiriya mêşvanan û lêkolîna mirina mêşan 13 milyon dolar terxan kir.

Berpirsên tendirustiyê gihiştine wê encamê, ku jinavçûna mêşan ne ji ber nexweşiyê ye û dibe ku ji ber hişkesaliyê be.

Di 40 salên dawî de nimûneya vê hişkesaliyê nebû. Vêya jî bandor li ser bihêztirîn curê hingiv kiriye.

Seyd Sewaf mêşvanekî din ê gundê Înzîkrî yê Mexrîbê jî dibêje, “Li vir mêşên çolê hene, ku xwedî berhemeke pir baş in, çinku ji ber wê taybetiyê, bi hêsanî digihiştin ava kulîlkan. Mêşhingivên kovî dikarin xwe li gor guherîna keşûhewayê biguncivînin.”

Li gor amarên fermî, li Mexrîbê 36 hezar mêşvan hene û 910 hezar şaneyên mêşhingivan hene.

Di 8 mehên borî de, tenê li navçeyên naverasta welêt 100 hezar şaneyên hingiv jinav çûne.