Li ser welatiyeke Kurd Îran daxwaz dike Denmark lêborînê bixwaze

03-04-2022
RÛDAW
Nîşan Denmark Îran Qedemxêr Heqanîzade
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema reftara xerab a Polîsê Denmarkê li hember jineke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê, Wezîrê Koçberiyê yê Denmarkê bo parlamentoya wî welatî hat gazîkirin. Balyozxaneya Îranê ya li Kopenhagenê jî tundûtûjiya li hember jina Kurd bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku hikûmeta Denmarkê bi fermî lêborînê bixwaze.

Roja Sêşema derbasbûyî, polîsê Denmarkê welatiyeke Kurd a bi navê Qedemxêr Heqanîzade û 2 zarokên wê bi zorê û tundûtûjî ji Denmarkê dersînorî Tirkiyê kir.

Ew jina xelka parêzgeha Kirmaşanê ya temen 37 salî, heyama 7 salan di kampeke Denmarkê de dijiya, lê Denmarkê serlêdana wê ya penaxwaziyê red kir û ew ji zaroka wê ya yek salî û hevjînê wê hate cudakirin û polîsê Denmarkê serederiyeke gelek xerab li gel wê kir.

Di vîdyoyê de ku li Twitterê belav bûye, derket ku 4 polîsên Denmarkî bi cilûbergên sivîl, wê jinê radikêşin û reftareke tundûtûj li hember wê bikar tînin û herwiha wê ji kampê jî derdixin ku 7 sal bû lê dijiya.

Li gor medya Denmark û Îranê, ew jin bi darê zorê ji zarokê xwe yê 1 salî û hevjînê xwe hat cudakirin û li gel du zarokên din bi zorê birin Firokexaneya Kopenhagenê û ew vegerandin Stenbolê.

Li Stenbolê karûbar hatin kirin ku wê jina Kurd vegerînin Îranê, lê Heqanîzade li ber xwe da û piştre tûşî xwînberbûnê bû, vegerandina wê bo Îranê çênebû û piştî çend demjimêran ew careke din bo Denmarkê hat vegerandin.

Li gor medya Îranê, Balyoza Îranê ya li Kopenhagenê Efsane Nadîpûr roja Înê li gel berpirsên Wezareta Derve û Wezareta Koçberan a Denmarkê civiya û “nerasîbûna tund” a Tehranê gihand wan û daxwaz kir, “li hember wê reftara nemirovane Denmark daxwaza lêborînê bike.”

Medya Denmarkê jî, roja Pêncşemê, lijneyeke parlamentoya wî welatî, di çarçova lêpirsîna li ser bûyerê û reftara xerab a li beramber jina Kurd, Wezîrê Koçberan bo parlamentoyê vexwend.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst