Yûnan: Hêza Tirkiyê nîne şerê me bike

03-04-2021
RÛDAW
Nîşan Yunan Tirkiye Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yûnan, Tirkiyê bi wê yekê tometbar dike ku ew penaberan bi ser wan de dişîne. Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî jî dibêje, Tirkiye nikare şerê wan bike û ew kengî bixwazin dikarin sînorê 12 mîlî destnîşan bikin.

Rayedarên Yunanî dibêjin, Tirkiyê piştgiriya derbasbûna penaberên ne yasayî dike û aloziyan li deverê kûr dike.

Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Yunanê Notis Mitarachi di daxuyaniyekê de got, gelek gilî li ber destê Hêzên Ewlekariya Peravên Yunanî hene ku nîşan didin Hêzên Ewlekariya Peravên Tirkiyê ji bo kûrkirina aloziyan li gel Yunanê, belemên penaberan heta bi sînorê wan dibin.

Beriya vê daxuyaniyê jî, belemên gerok yên Ewlekariya Peravên Yunanê, li nêzîkî girava Lesbos ji aliyê belemeke Ewlekariya Peravên Tirkiyê ve hatiye acizkirin. Vîdyoya liv û tevgerên hêzên Tirkiyê jî hatiye belavkirin. Di dîmenan de, belemeke Ewlekariya Peravên Tirkiyê, bi lezeke zêde di kêleka belema Yunanê re derbas dibe û wê di bin pêlên deryayê de dihêle.

Hêzên Ewlekariya Peravên Yunanê dibêje, di bûyereke din de jî dîtine ku hêzên Tirkiyê alîkariya belemeke penaberan kirine ku derbasî avên sînorê Yunanê bibe û bersiva hewlên wan yên danîna pêwendî û diyalogê jî neda ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst