Ji ber barana gur lehî rabû: 17 mirî, 23 birîndar

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Pakistan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Hayber-Pahtunvayê ya Pakistanê ji ber barana gur 17 kesan canê xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnameya The Tribuneyê li herêmên Pêşawer, Lower Dir û Bajaurê yên eyaleta Hayber-Pahtunvayê ji ber barana gur banên hinek xaniyan hilweşiyan û hinek xanî jî ji ber hezazê di bin axê de man.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ragihand ku li eyaleta Hayber-Pahtunvayê 17 kesan canê xwe ji dest daye û 23 kesan jî birîndar bûne.

Li aliyê din rewşa xirab a avhewayê bandoreke neyînî li herêmên Lahor, Beluçistan, Qereçî û herêmên çiyayî kiriye.

Herwiha rayedaran ji ber barana gur li Qereçiyê “rewşa bilez” ragihandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst