Konferansa Valdaiyê: Rola OPEC+ her ku diçe girîngtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Cemsergerî hem di asta global hem jî ya herêmî de navbera hinardekar û hawirdekarên neftê dê kûrtir bibe. Bi nêrîna beşdarên Konferansa Valdaiyê, rola OPEC+ jî her ku biçe berztir bibe û çendî ku Rûsya rûyê xwe dizivire li bazarên Asyayê, rola hinardekarên ji welatên Rojhilata Navîn li wir kêmtir bibe.

Şareza amaje pê dikin ku tevî zextên Amerîkayê OPEC+ jî qebareyê berhemînana neftê zêde nekir.

Serokê Enstîtuya Enerjî û Fînansê ya Rûsyayê Marsel Salîhov got, “Kêmkirina deranîna neftê ji aliya Rûsyayê ve, di berjewendiya welatên din ên OPEC+ de ye jî. Ji ber ku ev biryar ji aliyekî ve piştgiriyê dide bi nirxê neftê di bazara cîhanê de û ev yek ji hemû alîyan re sûdmend e. Ji layekî din jî, ev yek diyar dike ku sînordariyên bi şêwaza price cap dibin sedema bertka hilberînerên neftê. Û ev yek jî di berjewendiya OPEC+ de ye.”

Bi nêrîna pisporên enerjiyê, di perspektîvê de Başûrê Kurdistanê dê bibe hinardekareke girîng ê enerjiyê û bi hizra wan, divê Moskow rolek hebe ji bo çareserkirina arîşeyên navbeyna Hewlêr û Bexdayê de.

Fedor Lukyanov dibêje, “Tevaya potensiyala Rûsyayê ya dîplomasî û serbazî tenê li ser qeyrana Ukrayanayê kom bûye. Heta ku ew qeyran çareser nebe, bawer nakim Moskow bixwaze an ku bikare bi proseyên navxweyî ya Iraqê re mijûl bibe. Rûsya dibe ku dikare karîgeriyeke dostane lê bike. Lê, bê guman, ne di wê wateyê de ku hewil bide li şuna hikumetên Iraq û Kurdistanê vê arîşeyê çareser bike.”

Wezîrê berê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mihemed Îhsan jî anî ziman, “Amerîkayê nikariye bibe aliyek ji bo çareserkirina vê pirsgirêka di navbera Bexda û Hewlêrê de. Rûs ta astekê dikare di rêya xwe û Îranê re dewreke baş hebe di vê mijarê de. Bila em ji bîr nekin îro Rûs yek ji veberhênerên sereke ne di nefta Kurdistanê de.”

Li gorî pêşbîniya OPECê heta sala 2045an li cîhanê mezaxtina neft û gazê dê zêdetir bibe û para OPECê di dabînkirina neftê de ji 33 ji sedî îro, heta 39 ji sedî sala 2045an mezintir bibe.