Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên Rûsyayê diyar kir ku dê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn an li Erebistana Siûdî yan li Îmaratê li hev bicivin.
Li gorî zanyariyên berpirsên Rûsyayê, ji ber têkiliyên xurt ên her du serkokan bi van her du welatan re baş in dê civîn li yek ji van welatan pêk were.
Rayedarên Rûsyayê ji Ajansa Reutersê re diyar kir ku Îmarat û Siûdî ji bo civîna di navbera Donald Trump û Vladimir Putîn de wekî cihên guncaw tên dîtin.
Trump gotibû ku dê di demeke nêzîk de dawî li şerê Ukraynayê bîne û ew amade ye Putîn bibîne.
Li aliyê din, Putîn jî serkeftina Trump pîroz kir û got ew amade ye li ser Ukrayna û enerjiyê bi wî re gotûbêjê bike.
Li gorî çavkaniyên Rûsyayê, di çend hefteyên borî de, hin rayedarên wî welatî çûbe Siûdî û Îmaratê.
Çavkaniyekî ragihand ku hîn li Rûsyayê li ser mijarê baweriye temam nîne.
“Hin endîşeyên dîplomatên Rûsyayê hene”
Berpirsê Rûsyayê behsa endîşeyên welatê xwe kir û got:
"Ji ber pêwendiyên ewlehî û leşkerî yên welatên Erebî û Îmaratê bi Amerîkayê re xurt in, hin berpirsên îstixbarat û dîplomatên Rûsyayê ji hevdîtinê dilgiran in."
Heta niha ne Kremlin, ne Siûdî û ne jî Îmaratê ti daxuyaniyên fermî li ser van nûçeyan nedane lê demeke dirêj e ku pêwendiyên Putîn û Trump bi her du welatên Erebî re baş in.
Yekşemê Trump got ku îdareya wî plan daniye bi gelek aliyan re hevdîtin û guftûgoyan bike û got.
Serokê Amerîkayê got, "Em dê bi Ukrayna û Rûsyayê jî re hevdîtinan bikin."
"Mihemed bin Selman mirovekî pir baş e"
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov li ser daxuyaniya Trump got, "Plan hatiye danîn."
Donald Trump 20ê Kanûna Paşîn sond xwar û bû 47emîn Serokê Amerîkayê.
Piştî ku Trump çû Koşka Spî yekem berpirsê biyanî yê ku Trump telefon jê re kir Alîkarê Şahê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman bû.
Trump beriya bi 10 rojan bi awayekî online tevlî Foruma Aborî ya Cîhanê bû û behsa Mihemed bin Selman kir.
Serokê Amerîkayê Trump got, "Ew mirovekî pir baş e."
Vladimir Putîn jî sala 2023yan çû Erebistana Siûdî û Îmaratê.
Putîn ji bo navbeynkariya pevguherîna girtiyên Amerîka-Rûsyayê yên serdema Şerê Sar spasiya Mihemed bin Selman kir.
Mihemed bin Selman 2015an cara yekem serdana Rûsyayê kir û ji wê demê ve wî û Putîn pêwendiyên xwe gelekî xurt kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse