Li Parîsê êrişa bi kêrê: Gelek kes birîndar bûn

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li stasyona trenê ya Parîsa paytexta Fransayê kesekî kêrê êrişî derdorê kir.

Li gorî polîsên Parîsê îro derdora 08:00ê sibê li stasyona trenê ya Gare de Lyonê ya Parîsê êrişek bi kêran pêk hat û di encamê de yek jê giran herî kêm 2 kes birîndar bûn.

Polîsan dan danîn ku êrişkar hatiye desteserkirin û sedema êrişê heta niha nayê zanîn.

Li gorî çavkaniya ku lêpirsînê dike, êrişkar zilamekî 32 salî ye û li Maliyê ji dayik bûye.

Herwiha li gorî heman çavkaniyê bi êrişkar re ehliyeta Îtalyayê hebûye.

Berdevkê Polîsên Parîsê ragihand ku 2 kes sivik û kesek jî bi giranî birîndar bûye û got, “Hate dîtin ku ehliyeta Îtalyayê li ser wî heye û tu sedemek ji bo kiryarên xwe pêşkêş nekiriye. Ti slogan neavêtiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst