Wezareta Derve ya Amerîkayê: Îranê fersend ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, Tehranê ji Îlona borî ve şansê ji nû ve aktîvkirina peymana etomî "ji nav biriye", ew bi mehan e ji rojeva Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derketiye û Washington giranî daye ser piştgirîkirina xwepêşandanên Îranê.

Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan hefteya borî piştî pêşwazîkirina hevtayê xwe yê Qeterî ragihand, Welatê wî bi rêya Qeterê peyamek ji welatên îmzeker ên rêkeftina etomî wergirtiye. Çapemeniya Îranê piştre ragihandibû ku tê îdiakirin ku ev peyam ji aliyê Amerîkayê ve hatiye şandin.

Di vê derbarê de Rêveberê ofîsa Rûdawê li Washingtonê Diyar Kurde ji Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Vedant Patel pirsî: “We çi peyam daye Tehranê?

Patel red kir ku şandina ti peyamekê bo Îranê piştrast bike û got: "Min gelek caran li ser vê mînberê eşkere kir û niha jî dubare dikim ku peymana etomî bi mehan e di rojeva me de nîne. Bala me li ser vê mijarê nîne.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Îranê firsenda aktîvkirina rêkeftinê nehiştiye, ji ber ku Îraniyan di meha Îlonê de derfeta vegera bo pêkanîna tam a rêkeftina etomî ji dest da, dema ku pişta xwe dan rêkeftinekê ku hemû aliyan pesend kiribûn.

Îran û hêzên cîhanî di Nîsana 2021an de li Viyenayê dest bi danûstandinan kirin ji bo vejandina peymana etomî ya sala 2015an, ku ji dema vekişîna Amerîkayê ji peymanê di sala 2018an de rawestiyaye, lê belê hewldanên wan negihştin ti encamekê.

Li gor rêkeftinê, Îran bernameya xwe ya etomî tenê ji bo armancên sivîl bikar tîne, lê Tehran bi hewla bidestxistina çekên etomî tê tawanbarkirin.

Di Tebaxa sala borî de Îranê “metna dawî” ya projeya rêkeftinê pêşkêşî welatên îmzeker kiribû, lê Amerîkayê razîbûna li bermaber daxwazên Tehranê red kiribû û metneke din pêşniyar kiribû, ku ji aliyê Tehranê ve hatibû redkirin.

Xwepêşandanên piştî mirina Jîna Emînî û sepandina cezayan li ser Îranê ji aliyê Waşington û hevalbendên wê ve di encama “tepeserkirina” xwepêşandanên li wî welatî welatî û Rojhilatê Kurdistanê de, gotûbêj rawestandin.

Têkildarî vê yekê Patel got: “Ji meha Îlonê û vir ve me giranî daye ser piştevanîkirina azadiyên bingehîn ên gelê Îranê, û me piştevaniya gelê Îranê kiriye, û em rûbirûyê şirîkatiya kûr a navbera Îran û Rûsyayê û piştevaniya Îranê ji şerê neqanûnî yê Rûsyayê li Ukraynayê bûne.”

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di meha Îlona sala borî de piştî bûyera jidestdana Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ya ji Seqizî destpê kiribûn.

Jîna piştî ku ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve bi tohmeta binpêkirina hîcabê hatibû desteserkirin, piştî demekê di bûyereke ne zelal de canê xwe ji dest da. Bavê wê piştre ji Rûdawê re ragihand ku keça wê “hatiye kuştin.

Xwepêşandan zû veguherîn tevgerek seranseî ku daxwaza hilweşandina desthilata olî ya li Îranê bû daxwaza sereke ya wan xwepêşandanan.

Welatên rojavayî ji ber reftarên wê yên ligel xwepêşanderan,  cezayên zêdetir li ser Îranê sepandin. Îran welatên rojavayî bi piştgirîkirina “kaosê” tawanbar dike.