Ned Price bo Rûdawê: Îran hewl dide ji valahiyê sûd werbigre

03-02-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ned Price Amerîka Iraq Îran PKD YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê de ragihand, Îran hewl dide ji valahiya hêza heyî sûd werbigire.

Ned Price di civîna çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê Îran û Iraqê de daxuyaniyên girîng da.

Ned Price idiayên li ser ku dolar ji Iraqê bo Îranê tê veguhestin nirxand û got “Em dizanin ku Îran di afirandina bêewlehî û nearamiyê de roleke sereke dilîze. Hewl dide ji valahiya hêza heyî sûd werbigire. Hewl dide xwe ferz bike ku ev jî alîkariya rewşê nake.”

Berdevk Price diyar kir ku ew dixwazin bi Iraqê re ji bo dabînkirina îstiqrar û baweriyê hevkariyê bikin got “Em li bendê ne ku bi gelek awayan ji bo aramî, ewlehî û bextewariyê bi Iraqê re hevkariyê bikin, ku li ser bingeha pabendbûna me bi hikûmet û gelê Iraqê re ye, bi rêya bikaranîna çavkaniyên xwe, dengê me, piştgiriya me ya navneteweyî ji bo bicihanîna daxwazên gelê Iraqê.”

Price, li ser pirsa pirsgirêkên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) got “Ev pirs divê ji Hikûmeta Iraqê bê kirin.”

Herwiha Price bibîr xist ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û tîman wî gelek soz dane ku çi ji destê wan tê bikin ji bo xizmeta gelê Iraqê û got “Xelkê Îraqî çaverêya hikûmeteke ku berpirs û bersîva hewcehîyên wan be ye.”

Price ragihand ku ew dê bi berdwamî alîkariya Iraqê biki û wiha anî ziman “Amerîka hevkarê hikûmeta Iraqê û gelê wê ye û bi her awayî emê alîkariya wan bikin. Di van salan de, me bi wan re di warê ewlehî, alîkariya darayî û alîkariyên mirovî de hevkarî kir; Ew hevkarî dê berdewam be, lê dema ku behsa peywendiya aliyên di hikûmeta Iraqê de tê kirin, divê ev pirs ji hikûmeta Iraqê were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst