
Balyozê Rûsyayê yê li Netewên Yekbûyî Vasily Nebenzya, di civîna roja 31ê Çileya 2022an a Konseya Ewlekariyê ya NY. Wêne: AFP
Moskow (Rûdaw) - Nûnerê Daîmî yê Federasyona Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ragihand, civîna ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Ukraynayê hat lidarxistin, provokasyonek e.
Balyozê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî herwiha diyar kir ku Waşington bi çareserkirina krîzê re eleqedar nîne.
Vasily Nebenzya got, civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Ukraynayê ku 31 Çileyê bi însiyatîfa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat organîzekirin, provokasyonek bû û tê wateya bangawaziya şer.
Ev daxuyanî ji aliyê nûnerê Federasyona Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ve di civîna çapemeniyê de bi boneyê destpêkirina serokatiya Rûsyayê di Encûmena Ewlekariyê de hat kirin.
Nebenzya diyar kir ku Ukrayna di têkiliyên bi Rûsyayê re ji bo Amerîkayê bûye karteke jeopolîtîk û tekez kir, hest jî tê kirin ku Waşington bi çareserkirina qeyranê re eleqedar nîne.
Nebenzia weha axivî: “Çima em nikarin li ser Ukraynayê li hev bikin? Ji ber ku Ukrayna di têkiliyên me de, hem bi Amerîkayê û hem jî bi hin welatên din ên rojavayî re bûye karteke jeopolîtîk.”
Dîplomatê rûs axavtina xwe weha domand: “Hestek me heye ku Amerîka bi çareserkirina vê krîzê re eleqedar nabe. Lewre, civîna ku bi destpêşxeriya Amerîka ve hat lidarxistin, wan rewş wek banga şer nîşan da. Helbet ev provokasyonek bû.”
Di heman demê de Nebenzya tekez kir ku eger Amerîka bi rastî daxwaza çareser kirina kirîza Ukraynayê bike, ew dikare Kîevê neçar bike ku pabendî rêkeftinên Mînskê bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse