Hewlêr (Rûdaw) – Jake Sullivan, Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîkayê di peywnediyeke telefonî ya li gel Ibrahîm Kalin, Berdevkê Serokatiya Tirkiyê careke din dilgiraniya Washingtonê ji kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve anî ziman û ragihand, ew yek hevpeymaniya NATO lawaz dike.
Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîka Jake Sullivan û Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin şeva bihorî 2ê Çileya 2021 peywnediyeke telefonî encam dan.
Ji dema destbikarbûna îdareya Joe Biden, ev dibe yekemîn peywendiya fermî di navbera hikûmeta Tirkiyê û îdareya nû ya Koşka Spî de.
Koşka Spî piştî civînê di daxuyaniyekê de naveroka vê peywendiya telefonî aşkere kiriye û ragihandiye, Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîkayê tekez kiriye ku Rêveberiya Biden dixwaze peywendiyên baş di navbera Amerîka û Tirkiyê de ava bike.
Jake Sullivan diyar kiriye, ew dixwazin warên alîkariyê di navbera Washington-Enqerê de berfireh bikin û pirsgirêkên ku di navbera wan de hene bi wayekî baş çareser bikin û birêve bibin.
Jake Sullivan herwiha ji Kalin re gotiye, Rêveberiya Amerîkayê dixwaze ewlekariya navçeyê bi rêya NATOyê bihêztir bike û aşkere jî kiriye ku ew ji kirîna sîstema mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve dilgiranin û ew yek hevpeymaniya wan lawaz dike.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, di vê peywendiya telefonî de behsa mijara aloziyên navbera Tirkiye û Yunanê û mijara Qibrisê jî hatiye kirin.
Sullivan pêşwazî li diyaloga di navbera Tirkiyê û Yunanê de kiriye û piştevaniya xwe ji bo planên Sekreterê Giştî yê Netewyeên Yekbûyî derbarê Qubrisê de jî nîşan daye.
Herdû aliyan tekez kirine ku hevkariya wan li ser babetên girêdayî navçeyê û astengiyên cîhanî berdewam be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse