Kurdên Azerbaycanê bûne mexdurên referendoma Kurdistanê

Bakû (Rûdaw) - Kurdên Azerbaycanê ji ber piştgirîdana referndoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê tên girtin û êşkencekirin. 


Şêniyên Kurdistana Sor dibêjin ew ji ber “dagirkeriya Ermenistanê” 26 sal in li seranserê  Azerbaycanê weke penaber dijîn û ziman û kultura xwe wenda kirine, niha jî, bi girtin û êşkenceya polîsên azerî  re rûbirû mane.


Ji bo piştgirîdana Kobanî û referenduma 25ê îlona serxwebûna Kurdistanê, bi tohmeta “piştgirîdana cudaxwazî û terorîstan doz” li derheqa fermanberên Kurd de hê jî berdewam e. Rojnamevanên Kurd tûşî şopandin û teklîfên ajaniyê tên. Kurdan jî xelasiyê xwe  tenê di reva derveyî welêt  de dibînin.


Rowşan Cebrayilov karmendê rojnameya “Dîplomat” e ku li Bakû bi zimanê kurdî, azerî û rûsî derdiçe. Lê  çend meh e ku ji ber tirsa girtinê,  nikare li malê xwe bijî.  Sedem jî kurdbûna wî û piştgirîdana serxwebûna Kurdistanê ye.


Rowşan Cebrayîlov dibêje, hemû sucê min Kurdbûna min e, û wiha ji Rûdawê re wiha axifî: “Cara pêşîn sala 1996an ji ber belavkirina rojnemyên bi zimanê Kurdî di nava Kurdên Azerbaycanê de ez hatım girtin û 10 roj tûşî êşkencê hatim . Paşê ji ber şopandina berdewamî ji aliya îstîxbarata Azerbaycanê ve, bi neçarî ez revîm Rûsyayê û  paşê jî derketim Ewropayê. Lê ji ber ku min nekarî ku ez jiyana xwe dabîn bikim, sala 2012an dîsa vegeriyam Azerbaycanê.”


Rowşan hem bi temîrata erebeyan jiyana xwe dabîn dike, hem di rojnameya Dîplomat de kar dike. Di heman demê de jî rojnameyê bi ser  penaberên kurdên Kurdistana Sor ve belav dike.


Bi gotina Rowşan, dema ku êrîşên DAIŞ ser Kobanî  gihîştibûn asta herî krîtîk, ragihandina Azerî nûçeyên di berjewendiya DAIŞê de belav dikirin. Rowşan bîryar dide ku biçe nêzîk Kobanî û  ji sînorê Tirkiyeyê rewşa rastîn ragihîne Kurdên Azerbaycanê.


Rowşan got: “Cotmeha 2014an ez çûm bajarê Serê Kaniyê (Ceylanpinar), li wê derê ez û hevalekî min, me amadekarî dikir ku biçin deriyê Mîştenûrê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, lê di rêde em rastî kontrola nasnameyan hatin û em hatin girtin. 3 roj em di nezaretê de man. Me go em rojnamevanin, lêbelê wan zanîn ku em Kurd in û  digotin ku  `Hûn hatine piştgirî bidin terorîstên YPGê`. Sê roj êşkence li me kirin û paşê em ji Tirkiyê dersînor kirin. ”


Dema  ew gihîtin  Bakuyê, pirsgirêka wan a mezin li wir destpê dike. Ew dikevin bin gef û teqîba polîs û îstîxbarata Azerbaycanê.


Rowşan jiyana xwe piştî van bûyeran weha tîne ziman: “Êdî di ber çavê dewletê de ez weke terorîst, an jî piştvanê terorê têm zanîn. Îstêxbaratê her hefte ez dibirim nezaretê û ajanî disepandin ser min. Min jî qebûl ne dikir. Ev yek karîgeriyeke xirab li tevaya jiyana min û malbata min kir. Weşana rojnameya ku ez lê kar dikim  gelek caran ji ber hincetên bê wate tê rawestandin. Lewma jî rojname nikare mûçeya min û karmendên din bide. Ji ber tohmeta terorê derdor jî xwe ji min dûr digre û kes nexwaze min bigre kar. Mişteriyên min jî êdî erebeyên xwe nahînin cem min bo temîratê. Bi giştî rewşa min a maddî menewî têk çû.”


Rowşan dibêje payîzê sala 2017an êdî  wî fêm kir ku jiyan li Azerbaycanê ji bo wî ne maye û wiha pê de çû: “Meha Îlonê sala 2017 êdî diyar bû  ezê yan bêm kuştin, yan jî girtin. Wê demê referanduma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê nibû cihê kêfxweşiyê di nava tevaya kurdên Azerbaycanê de.  Piranî kurdên Kurdistana Sor di Sosyal Medya de rojane piştgirî didan referandûmê. Bê guman, min jî rojane di rûpela xwe ya Facebook de nûçeyên referandumê û resmên serok Barzanî parve dikir. Rojekî 3 polîs bi erebe avêtin ser mala min. Ez ne li mal bûm. Wan gef li xanima min xwarine û gotine ku ewê dîsa werin û bila  Barzanî wî biparêze”.


Piştî van gef û tehdîdan Rowşan mala xwe terk dike û tev xanima xwe li bajarekî din ê Azerbaycanê xwe vedişêre. Derbaê vê yekê de got: “Ez dizanim ku eger min nekujin jî dê bi misogerî hebs bikin. Jixwe parêzerekî Kurdê Laçînê (navçeyeke Kurdistana Sor) ji ber piştgirîdana referendûma serxwebûna Kurdistanê û parvekirina resmên Barzanî, yekser ji kar hat avêtin û li ser wê doz li dijî wî hat vekirin. Ew hiqûqzane, lê dîsa jî nikare xwe li ber van zext û guşaran biparêze. Herî kêm 10 sal cezayê girtinê jê re tê xwestin. Lewma jî ez xwe vedişêrim û eger min derfet dît, ezê herim dewletekî din”.


Rowşan dixwaze bi riya Rûdawê re haya civaka Kurdistanê ji rewşa Kurdên Azerbaycanê hebe. Ew dibêje, jixwe Kurd li Azerbaycanê bi tewahî hatine asîmlekirin, niha jî hewl tê dayîn, yên ku xwe Kurd dizanin, wan tune bikin û wiha domand:


“Kurdistanê Sor sala 1992an ji aliya Ermensitanê ve hat dagirkiein û Kurd bi tevayî ji gund û bajarên xwe revîn. Ta niha li seranserê Azerbaycanê weke penaber dijîn. Zarokên Kurd, ên ku salên 90çî li Azerbaycanê jidayîk bûne, welatê xwe ne dîtine û zimanê kurdî  jî nizanin. Îro hejmareke pir kêm rewşenbîrên Kurdên Laçinê ku hewl didin kurdîtî li Azerbaycanê  zindî bigrin,  dengê wan jî, ji aliya îstîxbarat û polîsan ve tê birrîn”.   




Rowşan Cebrayilov