NY: Alîkariya mirovî nagihe navçeyên dorpêçkirî yên Sûriyê

03-02-2018
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Alîkarî Sûriye
A+ A-

Navenda Nûçeyan: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, ragihand ku du meh dibe ti karwanekî alîkariyê nikariye biçe wan navçeyên dorpêçkirî yên Sûriyê û ji aliyên dijber xwest rê bidin gehiştina alîkariyên mirovî.

 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li navenda NYê bersiva pirsên rojnamevanan da û bal kişand ser hevdîtinên Soçiyê yên derbarê paşeroja Sûriyê de.

 

Guterres da zanîn ku pêvajoya aştiyê “di qonaxeke girîng” de ye û got: “Di hevdîtinên Sûriyê de bo hemû xelkên Sûriyê qonaxeke nû dest pê kir û di jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de biryara pêkanîna komîteya destûrê hat standin.”

 

Guterres tekez kir ku divê di komîteya destûrê de nûnerên hemû xelkên Sûriyê hebin û wiha axifî: “Li ser biryara komîteyê jî pêwist e li Cinêvê rêkeftina dawî bê kirin.”

 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî behsa rewşa mirovî ya li Sûriyê jî kir û got: “Di van du mehên dawî de ti karwanekî alîkariyê wek kelûpelên tibî û xwerakê nikariye biçe wan navçeyên dorpêçkirî yên Sûriyê. Alîkarî nagihe û rewşa microvan jî xirab e.”

 

Guterres, daxwaz ji aliyan kir ku pêbendê yasayên navdewletî û parastina cane sivîlan bin û axaftina xwe wiha qedand: “Yek deqeya me jî nine ku em wenda bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst