ENKSê li Jenêvê mîtîng lidarxist: Daxwaza federaliyê kir

03-02-2016
RÛDAW
Xwepêşandana Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Jenêvê
Xwepêşandana Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Jenêvê
Nîşan ENKS Jenêv Rojavayê Kurdistanê Federalî
A+ A-

Jenêv (Rûdaw) - Li cihê birêveçûna danûstandinên Jenêvê, kurdên Rojavayê Kurdistanê mîtîngek lidar xistin ku têde nûnerên kurd ên di şanda dijbereyê de jî beşdar bûn.

 

Kurdên beşdar di mêtîngê de tekez kirin ku federalî baştirîn çareserî ye ji bo krîza Sûriyê.

 

Ji aliyekê din ve Serokê Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro ligel şandek ENKSê gihişte Jenêvê.

 

Biro di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku ew weke şandeke piştevan çûne Jenêvê daku piştevaniya nûnerên ENKSê yên di nav şanda dijbereyê de bikin.

 

Herweha Biro diyar kir, ku hinek alî dixwazin rola wan kêm bikin û dibêjin ku Kurd di Jenêvê de ne beşdar in, lê bi gotina Biro ew weke ENKSê di Jenêvê de beşdar in û ew nûneratiya doza gelê Kurd û daxwaza mafê Kurdan dikin.

 

Endamê kurd ê di Konferansa Jenêvê de Fuad Elîko, ku di nava şanda Dijbereya Sûriyê de cih digire, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê got, beşdarbûna wan di konferansê de hem jibo çareserkirina pirsa Kurd û hem jî pirsa Sûriyê bi tevahî ye.

 

Elîko tekez kir ku êdî ew hem weke nûnerên Kurd û hem jî weke nûnerên sûrî hatine Jenêvê. Elîko got, êdî kesek nikare di ser pirsa kurdî re derbas bibe û da xuyakirin, ku pirsa Kurd li Sûriyê pirseke navdewletî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst