Erdhejên Japonyayê: Hejmara miriyan zêde bû

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Japonya Erdhej Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber erdhejên ku li Ishikawaya li rojavayê Japonyayê çêbûn 64 kes mirin.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê, li Nîvgirava Notoya Ishikawayê û peravên wê di 1 û 2yê Kanûna Pêşînê de bi mezinahiya 5 û 7an gelek erdhej çêbûn.

Îro jî li Nîvgirava Notoyê li gorî saeta herêmî saet 02:21an bi mezinahiya 5an, saet 10:54an jî bi mezinahiya 5,5an du erdhejên din çêbûn.

Hat diyarkirin ku ji ber wan erdhejan heta niha  64 kesan cane xwe ji dest daye.

Li aliyên din, gelek rêyên li herêmên erdhejê xira bûne.

Herwiha ji ber erdhejan hinek xaniyên herêmê zerer dît, av qut bû û elektrîk çû û rêyên hin gundan jî hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst