Termên her 3 qurbaniyên êrîşa Parîsê bo Kurdistanê tên vegerandin

03-01-2023
Zinar Şîno
Wêneyên her sê kuştiyên êrîşa Parîsê ya di 23ê Kanûna 2022an de. Grafîk: Rûdaw
Wêneyên her sê kuştiyên êrîşa Parîsê ya di 23ê Kanûna 2022an de. Grafîk: Rûdaw
A+ A-

Parîs (Rûdaw) - Termên 3 qurbaniyên Kurd ên êrîşa Parîsê ku di meha dawî ya sala bihorî de canê xwe ji dest dan, bo Bakûr û Başûrê Kurdistanê tên vegerandin.

Îro li Parîsê merasimeke rêzgirtinê bo her sê welatiyên Kurd ku di êrîşa 23ê Kanûna 2022an a bo ser Navena Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hatin kuştin, tê lidarxistin û paşê termên wan bo Bakur û Başûrê Kurdistanê tên vegerandin. 

Termên qurbaniyên êrîşê, bi rêya balafirgeha Parîsê bo Stenbolê bên şandin. Termê 2 ji wan, Mîr Perwer û Abdurehman Kizil dê li Bakurê Kurdistanê werin veşartin û termê din ku Amina Kara ye dê bo Başûrê Kurdistanê bê veguhastin û li kampa Maxmûrê were veşartin.

Li wê kolana Parîsê ku êrîşa meha dawî ya sala bihorî lê hat kirin û 3 welatiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan, hejmarek kafeterya û xwaringehên Kurdan lê hene.

Li wê derê xwaringehek bi navê Sandwîçên Kurdî heye ku xwaringeheke naskirî ye û ew demek e heye. Selamî Pier xwediyê xwaringehê ye û xelkê Bakurê Kurdistanê ye, nêzîkî 30 salan e ku li Fransayê dijî û 25 sal e ku li Parîsê xwaringeha wî heye.

Piştî ku rewş li wê kolana Parîsê asayî bûye, niha xelk careke din serdana wê derê dikin.

Selamî Pierre ji Rûdawê re got, “Rewş normal bûye, lê êrîşê em nîgeran kirin, Fransa bi başî hat ser xetê û em spasiya wan dikin, polîs jî rolek baş lîst... Ev karesatek xirab bû ku hat serê kurdan. Hemû kurdan jê hez nekir.”

Li heman kolana Parîsê navên gelek cihan Kurdî ne. Silêman Dêrsim jî li wê derê xwaringeheke wî heye.

Ew dibêje, xelk ji seranserê cîhanê tên wê derê û xwarinên Kurdî dixwin. Ji her du bûyerên 2013 û dawiya 2022an bi hêrs û xemgîn e, lê dibêje, “Kurd dizanin ku Fransî ji wan hez dikinn.”

Silêman Dêrsim got, “Xelkê me pir tên vê xwaringehê, Fransî ji me pir hez dikin.”

Serdozgeriya Parîsê bi awayekî nivîskî bersiva Rûdawê da û ragihand, “di vê qonaxê de ti zanyariyan nadin, ji ber ku lêkolîn nihênî ye.”

Tevî ku kolana êrîş lê hatibû kirin, niha aram e lê belê Polîsê Parîsê bi awayekî berdewam li wê kolanê hene û çavdêriya rewşê dikin.

Encûmena Demokratîk a Kurd li Parîsê merasîma îro ya cenazeyên her sê welatiyên Kurd saz dike. Di merasimê de hejmarek welatiyên Kurd ên li Parîsê, xelkê Parîsê, çalakvan û hevalên her sê welatiyên Kurd beşdar dibin.

Merasim dê nêzî sê demjimêran dom bike.

Roja Înê 23ê Kanûna 2022an welatiyekî Fransî yê 69 salî bi navê Wiliam M. li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li herêma 10an a Parîsê êrîşeke çekdarî pêk anî. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Tevî ku dadgeha Parîsê, êrîşkarê Parîsê bi kuştin û hewldana bo kuştinê tohmetbar kiriye, lê diyasporaya Kurdî ya li Fransayê û Ewropayê berdewam in li ser îtîraz û xwepêşandanên xwe û daxwaz dikin, êrîşên ser Kurdan û kuştinên li dijî wan bên bidawîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst