Lindsey Graham: Eger Îran berdewam be emê sektora wê ya petrolê wêran bikin

03-01-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê amerîkî yê navdar ê Komariyan, Lindsey Graham di twîttekê de ji ber kuştina Qasim Sulêymanî spasiya Serokê Amerîkayê dike û di heman demê gef li Îranê dixwe û dibêje: “Eger êrîşên Îranê berdewam be û ez kesek bim li parzûngehên petrolê yên Îranê kar bikim, her niha min dê hizir ji karekî din kiriba.”

Lindsey Graham herwiha dibêje: “Eger êrîşên Îranê bo ser Amerîkayê û hevpeymanên wê berdewam bin, divê berdelekî herî giran bidin, ku parzûngehên petrolê jî li xwe bigire.”

Graham gefê li Îranê dixwe û dibêje: “Eger hûn dixwazin di sektroa petrolê de bimînin, dest ji Amerîka û hevpeymanên wê berdin û dest ji wê yekê berdin ku hûn bibin mezintirîn piştevanê terorê li cîhanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst