Trump bersiva rexneyên senator Romney da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê bersiva senatorê Komariyan Mitt Romney da û ragihand ku Romney ji senatorekî zêdetir, weke lîstîkvanê tîmekê xuya dike.

 

Senatorê Amerîkî û berbijêrê berê yê ji bo posta serokatiya Amerîkayê Mitt Romney rexneyên tund li Trump girtibûn û ragihandibû, ku Trump biryarên şaş dide û nehêjayî wî cihî ye ku niha lê rûdinê.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî di bersiva Mitt Romney de ragihand, ku wî Romney weke senatorê xwe qebûl kiriye, lê ew jî radibe li beramberî xelkê welatê xwe, van axavtinan ji serokê welat re dike.

 

Mitt Romney di derbarê biryara Trump a ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê de, rexneyên tund li Trump girtibûn û ragihandibû ku Amerîkayê pişta xwe daye wan aliyên ku mil bi milê Amerîkayê şerê DAIŞê dikirin.

 

Romney herwiha gotibû, biryarên şaş ên Trump bûne sedema bêzarbûneke mezin li cîhanê.