Filistîn dibe namzedê ICCyê

 

Navenda Nûçeyan – Filistînê 30ê Berfenbara sala 2014a piştî ku di encama dengdana Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) tişta ku dixwest bi dest nexist vê carê xwest tevlî Dadgeha Ceza ya Navnetewî (ICC) bibe û belgeyên xwe yên tevlîbûnê radestî saziye kir.

 

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê Riyad Mansur û Cîgirê Berdevkê Sekretêrê Giştî yê NYê Ferhan Haq ew serlêdan piştrast kirin.

 

Mansur ragihand ku roja înê Filistînê belgeyên serlêdanê radestî Cîgirê Sekretêrê Ofîsa Karên Hiquqê ya NYê Stephen Mathias kir û got: “Ev ji bo Filistîn bi rêyek hiquqî daxwaza mafê xwe li hemberî Îsarîlê bike, gavek girîng bû.”