Andrey Baklanaov: Erdogan hewl dide sînoran biguherîne
Moskow (Rûdaw) - Dîplomat Rûs Andrey Baklanaov derbarê rewşa Sûriyeyê got, “Erdogan hewl dide sînoran biguherîne.”
Dîplomat û Balyozê Awarte yê Rûsyayê Andrey Baklanaov derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê ji Rûdawê re axivî.
Andrey Baklanaov diyar kir ku ew ew ti carî qebûl nakin ku Tirkiye destêwerdanê di mijarên navxweyî yên Sûriyeyê de bike.
Baklanaov da zanîn ku ew ew dê piştgiriya xwe bi hikûmeta Sûriyê re bidomînin û got, “Em bi balefirên xwe li komên çeteyan didin.”
Dîplomatê Rûs her wiha tekez kir ku divê weke şerê li dijî DAIŞê şerê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê jî bê kirin.
“Erdogan dest ji guherîna sînoran bernedaye”
Andrey Baklanaov ji Rûdawê re wiha got:
“Bi nêrîna min, Erdogan dest ji armancên xwe yên demdirêj ên ji bo guherîna sînoran bernedaye.
Jixwe di daxuyaniyeke xwe ya van rojan de gotiye, cîhan derbasî qonaxa guherîn, an jî sererastkirina sînoran bûye.
Her wiha got, ku ‘Ez fêm nakim, çima divê Tirkiye li paş van pêvajoyan bimîne û em jî dê lê binêrin û sererast bikin’ û her wekî din.
“Em piştgiriya Sûriyeyê dikin”
Vê gavê piştgiriya me ji bo desthilata Sûriyê didome. Em piştgiriya leşkerî didin da ku artêş bikare li dijî êrişan derkeve.
Em bi balafirên xwe yên şerî li komên çeteyan didin.
Gelek pisporên me tekez dikin ku divê destîwerdana me ya leşkerî hîn berfirehtir be, mîna şerê ku li dijî DAIŞê dihat kirin.
Pispor dibêjin, divê em vegerin bi heman formatê.
“Bandora Ukraynayê heye”
Bê guman, bixwazî nexwazî, bandora faktora Ukraynayê di vê mijarê de heye.
Lê bila kes wê faktorê mezin neke. Eger hin alî, ji bo mînak, Amerîka yan jî Tirkiye hesabê wê yekê dikin ku em ew çend bi Ukrayayê re mijûl in ku Sûriye êdî ne di xema me de ye, na, ne xêr!
Li Sûriyeyê du bingehên me yên leşkerî hene û ew dê her tê de bimînin, rewş çawa geşe bide, bila bide.
“Parastina Sûriyeyê ji bo me pêwîst e”
Lewma jî parastina hikûmeta Sûriyeyê ji bo me pêwîst e. Bi hemû kêmayî û zêdahiya xwe, rejîma heyî ya Sûriyeyê ji her alternatevîke gengaz baştir e.
“Pêwîstiya me bi çîrokên Tirkiyeyê nîne”
Her çi çîrokên Tirkiyeyê, yên li ser çalakiyên ser sînorî ne, bila wan çîrokên xwe ji zarokan re bibêje.
Pêwîstiya me bi wan çîrokan nîne. Ti êrişên taybet ên ji aliyê Kurdan ve, li ser sînoran nînin û dê nebin jî.
Eger ew ji me garantiyê dixwazin ku Kurd êrişî zeviyên wan nekin, em amade ne hejmareke bêhtir ji hêzên xwe yên aştîparêz li wê herêmê bi cih bikin û rewşê kontrol bikin.
Lê dîsa dibêjim, tiştek bê kontrol nîne, lewre ti derbasbûneke leşkerî ji aliya Kurdan ve, nîne û nabe jî ku her çend Tirk her tim behsa wê yekê dikin.
Her çi bûyerên dawî yên li Sûriyeyê ne, bi nêrîna min, encameke lojîkî ya geşedana rewşê ye, her çend encameke trajîk e jî.
Ev yek her dê bihata rûdan. Ji ber ku pevçûna navbera hêzên wan koman ku bakurê welêt kontrol dikin, û artêşa Sûriyeyê neçarî bû.
Bê guman, em ji ber hin daxuyniyên rêveberiya Tirkiyeyê şaş dimînin ku dibêjin em ji Sûriyeyê venakişin, heta ku li Sûriyeyê hilbijartin neyên kirin û guherîna destûrê pêk neyê.
Êdî, li cem jî gelek pispor hene ku destûra Tirkiyeyê bi xweşiya wan nayê. Ka, em çi bikin?!
Em jî artêşa xwe têxinê û alikariya Tirkan bikin ku destûreke baştir ji xwe re çê bikin?!
Eger lojîka wan wisa ye, divê em jî weha bikin?! Ka werin em jî artêşa xwe bajon Tirkiyeyê, çawa ku me ajot Ukraynayê û alîkariyê bidin gelê Tirkiyê da destûra xwe baştir bikin.
Gelo, ew dê bi xweşa wan bê?! Eger bi xweşa wan nayê, çima ew li hemberî dewletekê mîna xwe, li hember Sûriyê daxwazeke wisa dikin?
“Em nexwazin bi Tirkiyeyê re li hev bikevin”
Em nexwazin bi Tirkiyê re li hev bikevin. Ez pê bawer im pevçûneke me ya leşkerî ya wisa jî rû nade.
Lê pevçûneke lokal a berjewendiyên Tirkiye û Rûsyayê pêkan e.
Ez bawer dikim, geşedana bûyeran, reftara Neteweyên Hevgirtî û reftera rêveberiya Tirkiyeyê û pêgeha Tirkiyetê di mijara Ukraynayê de, pirçekirina Ukaryanayê, pêgeha wê ya nedostane li ser Kirimê, dê bihêlin pêgeha me ya li hemberî Kurdan jî bi awayekî radîkal bê guherîn.
Heta, bi nêrîna min, jixwe niha tê gengeşekirin jî dibe ku şêwazê pişterêdana me ya ji bo Kurdan bê berfirehkirin.
“Dibe ku pêwîstiya Kurdan bi damezrandina dewletê hebe”
Dibe ku Kurd mafdar in ku bi Tirkan re zehmet e, di çarçoveya dewletekê de pêwendiya xwe deynin.
Dibe ku bi rastî jî pêwîstiya wan bi damezrandina dewleta wan hebe.
Em niha li ser vê yekê hizir dikin. Eger Tirk tevgerên xwe yên provokatîv bidomînin, hizrên wiha ne tenê li cem pisporan, belkî li cem siyasetmedaran jî derkevin holê.”