Îsal hezar û 658 koçberên Sûrî bi qaçax çûne Îtalyayê

02-12-2022
RÛDAW
Îsal hezar û 658 koçberên Sûrî bi qaçax çûne Îtalyayê
Îsal hezar û 658 koçberên Sûrî bi qaçax çûne Îtalyayê
Nîşan Koçberên Sûrî Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal 90 hezar koçber û penaxwaz bi rêya derya Naverast bi beleman gehiştine Îtalyayê, ku hezar û 658 koçberên Sûrî di nava wan de bûn. Tevî rêya qaçaxçîtiyê, Hikûmeta Îtalyayê bi hevahengî li gel Komisyona Koçberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, 114 Koçber ji Lîbya derxistin û gehiştin Îtalyayê ku Hejmareke koçberên Sûrî jî di nav wan de ne. Nûnera UNHCR li Îtalya dibêje, ew daxwazê ji Yekîtiya Ewropayê dike, di pirsa koçberan de destpêşxer be, û derfetê bide hejmareke zêde ya koçberan, ku ji wê rewşa nexweş rizgar bibin.

114 Koçber ji Lîbya gehiştin Îtalyayê. Hejmareke koçberên Sûrî jî di nav wan de ne. Berpirsên Komisyona Koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî û yên Îtalyayê pêşwaziyeke gerim li wan kirin.

Koçberê Sûrî yê ji Himsê Ebdulkerîm got, “Em di meha 7an a sala 2012an de ji Sûriyê gihîştine Lîbyayê, me navê xwe li komîsyona koçberan tomar kir, me kar û xebateke zêde bo penaxwaziyê kir, piştre Îtalyayê em wek penaber qebûl kirin.”

Derxistina koçberan ji Lîbya bo Îtalyayê bi hevahengiya di navbera Komîsyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Îtalyayê û komelgeha Catholici ya Saint Egidio û Kenîsyên Ingilikanî yên Îtalyayê de tê rêkxistin.

Nûnera UNHCR li Îtalyayê Chiara Cardoletti anî ziman, “Mixabin hûn bextewer in, ji ber zêdeyî 2 milyon koçber îsal pêwîstiya wan bi derxistineke bilez heye. Tenê 40 hezar ji wan derfet li ba wan heye. Ez daxwazê ji Yekîtiya Ewropayê dikim di vê pirsê de destpêşxer be û vê derfeta girîng bide hejmareke zêde yên wek we.”

Îsal heta niha 90 hezar koçber û penaxwaz bi rêya Deryaya Naverast bi belemên qaçaxçiyan gihîştine Îtalyayê ku di nav wan de 1658 koçberên Sûrî hebûn, ji wan jî tenê 500 kesan sûd ji projeya penaxwaziya mirovî dîtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst