Raporek: Çekên Amerîkayê hatin dizîn

02-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke gendeliyê ya Ajansa Associated Press News a Amerîkî, eşkere kir ku di deh salên rabirdû de di nav de mûşek û narîncok û TNT bi sedan û hezaran parçe çek û teqemeniyên artêşa Amerîkayê yan hatine dizîn an wenda bûne.

Li gor raporê, artêşa Amerîkayê beşek ji wan diziyan veşartine û di hinek bûyeran de jî, çek û teqemenî wek wendayî yan dizîn hatine tomarkirin. Hinek caran jî bi awayekî dirist nikaribû serederî ligel teqemeniyên wendayî bike.

Encamê wê jî tirsnak in;

Di meha Tebaxa îsal dema Krîsmîs, li meydana Recycling a Mîsîsîpî, mijûlî wergirtina betlaneyekê bû ji karê xwe. Ji nişkava bombeyek bi hevalê wî de teqiya ku di encamê de canê xwe ji dest da.

Krêkar Krismis dibêje: “Wê dema xirecir çê bû, nehatibû bîra min ku bi hewa de firiyame yan wê dema guhê min li teqînê bû bi hewa de firiyam û li erdê ketim. Hevalê min hawar dikir. Dema got ez lingên xwe hîs nakim, ez bi wê têkçûm. Ez ji ber teqînê nêzîkî 5 metreyan firiyam. Dema min li pişt xwe nihêrî, min dît ku xwîn ji lingê wî diherike.”

Rojekê piştî wê bûyerê, tîmên mîn hilgiran li heman cihî bombeyeke din ji nav birin.

Yek ji Endamê Tîmê Mîn Hilgir li artêşa Amerîkayê Rees Jakobs jî got: “Eger teqiya bin an neteqiya bin, hatibin eyarkirin an nehatibin eyarkirin. Mîn, dikarin encamên karesatbar û tirsnak derxînin.”

Li gor lêkolînan ji sala 2010an, ji ber diziyên nav artêşê zêdetir ji 2 hezar parçe çekên serbazî ne diyar in, ku beşeke wan di tawanên li dijî sîvîlan hatine bikaranîn. Ew çek di destê tawankaran de hatine girtin an bo qaçaxçiyan hatine firotin. Ji bo vê, biryar e Kongre ji artêşê daxwaz bike raporekê derbarê wendabûn û dizîna çek û teqemeniyan de amade bike.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê dibêje, ku ew tomarkirina çekên wendayî tenê heta 3 salan li cem xwe digrin.

Meha Hezîrana îsal, Berdevkê Pentagonê got, çekên wendayî kêm in.

Berdevkê Pentagonê John Kirby dibêje: “Hejmara teqemeniyên wendayî gelekî kêm in.”

Havîna sala 2016an, serbazê hêzên deryayî yê Amerîkayê Gloser, di wê binkeya ku tê de perwerde û rahênan dikir, dest bi komkirina paşmayiyên teqemeniyan kiriye û 10 C4 komkirine ku her yek 6 kîlogram bûne sala 2018an dest bi ser teqemeniyên wî de hat girtin.

Serbazê Hêzên Deryayî yê Amerîkayê Trafîs Gloser jî got: “Min, ew ji bo parastinê li cem xwe girtin. Armanca min ew e ku, bi xwe dizanî di vê serdemê de cîhan çiqas dîn e. Min tenê bi vê armancê ev kar kir, ku eger çê be û cîhan ber bi dawiyê ve biçe (an şer biqewime) wê demê bikaribim xwe û malbata xwe biparêzim.”

Piştî wê, pileya Gloser a serbazî hat kêmkirin û du sal cezayê girtîgeha artêşê lê hat birîn.

Rapora ajansa Amerîkî, bi dehan lêkolînên teqemeniyê eşkere kirin, ku her yek ji aliyê ajansên lêkolînên tawanên hêzên deryayî, fermandariya lêkolînên artêş û ajansa lêkolînên tawanan li Wezareta Berevaniya Amerîkayê hatine kirin. Artêş di 63 dosyeyên bi vî şêweyî de agahdar nebûye ku teqemenî wenda bûne, heta wê demê ku kesekî li cihekî dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst