LÛTKEYA G20 - Mezinitrîn pirsên aborî yên cîhanê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Civînên G20 bi dawî hatin û têde mezinitrîn pirsên aborî yên cîhanê hatin gotûbêjkirin, di nava wan de şerê bazirganî û bazara petrolê.

 

Di çarçoveya civîna di navbera serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Çînê Şî Cîn Pîng de, pirsa şerê bazirganî di navbera herdû welatan de hat gotûbêj kirin û agirbestek hat ragihandin. Herweha herdû alî rêkeftin ku baca gumrika zêdetir li ser kelûpelên hevdû  bispênin.


Derbarê vê mijarê de Serokê Amerîkayê Donald Trump  wiha axifî: “Çavê min li vê civînê û civînên bêtir e. Di baweriya min de peywendiyên takekesî yên min û serok Şî Cîn Pîng gelekî taybet in. Ji ber vê yekê jî ez hest dikim em dê îro karekî bikin ku encamên baş jê derkevin û di berjewendiya herdû welatên Çîn û Amerîka de ye.”


Amerîka û Çîn gefa sepandina baca zêdetir li ser kelûpelên hawirdekirî li welatê beramber kiribûn, Amerîka gefa wê yekê kirbû ku bi rêjeya ji sedî 20 a bacê bi 267 milyar dolar kelûpelên Çînê de bisepîne û Çîn jî ji aliyê xwe ve amadekariyên sepandina bacê bi 111 milyar dolar li ser kelûpelên Amerîkî dikir.  Lê civîna di navbera Trump û Cîn de encameke erênî li pey xwe anî û bû sedema ragirtina bacê.


Yekem û duyem mezintirîn hêzên aborî yên cîhanê rêkeftin ku gotûbêjan berdewam bikin heya ku pirsgirêkên bazirganî di navbera xwe de çareser bikin.


Ji aliyekî din ve di çarçoveya civîna di navbera Şahê Siûdiyê  Mihemed Bin Selman û Serokê Rûsya Viladimir Putin de daketina vê dawiyê ya bihayê petrolê hat gotûbêjkirin.


Serokê Rûsyayê Vilidimir Putin jî got: “Derbarê nirxê petrolê û rêkeftina me, em ligel Siûdiyê hevnerîn bûn bo dirêjkirina rêkeftina di navbera me de. Herçende me qebareya dawî yekalî nekiriye lê em dê vî karî ligel Siûdiyê temam bikin.”


Rûsya û Siûdiyê rêkeftin ku rêkeftina wan a stratejîk ji bo kontrolkirina bazara petrolê dirêj bikin û herweha danûstandinan jî berdewam bikin daku heya dawiya vê heftiyê, bazara petrolê careke din cêgîr bikin.


Li gor şarezayan, egereke mezin heye berhemhênerên petrolê li Vienna, li ser kêmkirina rojane ya yek milyon bermîl petrol rêk bikevin heya ku nirxê petrolê ji asta niha bêtir danekeve.