Di heyama 9 mehan de 91 çiyager mirin

02-12-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Çiyayên Alpê yên Swîsreyê di heyama 9 mehên destpêkê yên îsal de 91 çiyageran cane xwe ji dest daye.

 

Li gor nûçeya malpera “swissinfo”yê  li Çiyayên Alpê yên Swîsreyê di navbera meha çileyê û îlonê de wate di heyama 9 mehan de ji çiyagerên hilkişyane Çiyayên Alpê 2 hezar û 244 çiyager asê mane û ji hêzên hawarçûnê alîkarî xwestin.


Hat ragihandin ku di navbera mehên Çile û Îlona îsal de 91 çiyageran di bûyerên cur bi cur de canê xwe ji dest dane.

 

Li gor amarên nûçeyê par di heman demê de 115 çiyageran mirine.


Li gor amaran sala derbasbûyî jî di heman demê de 115 çiyageran li Swîsreyê can dabû.


Herwiha di meşên çiyayan de jî îsal li Swîsreyê 43 kesan jiyana can dane.

 

(A.B)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst