Bersivek tund da Erdogan: Eger Lozan nemîne, em vegerin ser Peymana Sevrê

02-12-2016
RÛDAW
Nîşan Yûnan Panos Kammenos Peymana Severe Peymana Lozan (Lousanne) Tirkiye Erdogan Osmanî Kurd
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Berevaniya Yûnanê Panos Kammenos bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê rexnekirina Peymanê Lozanê de û  got, “Eger ku em dê Lozanê (Lausanne) betal bikin, em dikarin vegerin ser Sevrê.”

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çendîn caran rexne li Peymana Lozanê girtibû û ew peyman weke şikest û binketinek bo Tirkiyê bi nav kiribû.

 

Daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Peymana Lozanê de rastî bertekên tund ên welatê Yûnanê hatin.

 

Wezîrê Berevaniya Yûnanê Panos Kammenos careke din li hember daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê Peymana Lozanê de, bertek nîşan da.

 

Kammenos ku Serokê partiya rastgir a tundrew a ANEL e, bi Serfermandarê Yûnanê Vasilis Tellidis re serdana sînorê navbera Yûnanê û Albanyayê kir û li wir li ser Peymana Lozanê axivî. Kammenos got, eger ku behsa betalkirina Peymana Lozanê dikin, pêwîst e hingê vegerin ser Peymana Severê.

 

Wezîrê Berevaniya Yûnanê wiha got:

 

“Min xwest peyamekê bişînim û bersivê bidim her kesên ku diwêre lêpirsîna peymanên navneteweyî û serdestiya hiqûqê bike û daxuyaniyên provokatîf dide.”

 

 Kammenos gotinên Erdogan bi bîr xist û got, “eger ku Erdogan dixwaze Peymana Lozanê betal bike, wê gavê em dikarin vegerin ser Peymana Severê.”

 

Peyamana Severê, sala 1920an di navbera welatên serkevtî yên şerê cîhanî yê yekem de û li ser dabeşkirina axa bin kontrola Împeratoriya Osmanî de hatibû îmzakirin.

 

Di Peymana Severê de amaje bi mafê milletê kurd bo diyarkirina çarenivîsa xwe û damzrandina dewleta Kurdistanê li ser beşek ji axa Kurdistanê hatibû kirin. Di maddeyên 62-64 ên wê peymanê de behsa mafê Kurdan hatibû kirin.

 

Lê belê piştre, di sala 1924an de û piştî serkevtina Mistefa Kemal Paşa (Ataturk) di şer de, Peyamana Lozanê di navbera welatên Birîtanya, Fransa, Îtalya, Japon û Tirkiyeya Mistefa Kemal Paşa de hat îmzakirin û komara Tirkiyê li ser wê bingehê hat avakirin.

 

Di peyamana Lozanê de, mafê çarenivîsa milletê kurd li ber çav nehat girtin û di encamê de wê peymanê cihê Peymana Severê girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst