Porê George Washington dê li mezadê were firotin

Hewlêr (Rûdaw) – Li mezadekê dê alaya Amerîkayê ya li ser tabûta Abraham Lincoln hatibû danîn û gelek berhemên din ên dîrokî werin firotin.

Çavê cîhanê li hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ye ku dê 5ê Çiriya Paşînê werin kirin.

Li aliyê din, bala dildar û meraqdarên mezadê jî li ser mezada firotina berhemên dîrokî yên serok û şexsiyetên girîng ên Amerîkayê ye.

Di mezadê de dê gelek tiştên dîrokî ji bo firotinê werin pêşkêşkirin.

Porê Serokê Amerîkayê George Washington alaya Amerîkayê ya ku li ser tabûta Abraham Lincoln hatibû danîn dê di mezadê de cih bigirin.

Serokê Mala Mezadê ya Guernseyê Arlan Ettinger li ser mezadê got:

"Em dê hin tiştên herî dîrokî yên dîroka Amerîkayê bifiroşin."

Yek ji tiştên herî balkêş di mezadê de kulmek porê yekem Serokê Amerîkayê George Washington e.

George Washington sala 1799an miribû.

Di dema zaroktiyê de malbata George Washington wekî diyarî porê wî ji malbateke dostên xwe re şandibû.

Ew por bi awayekî rêkûpêk hatiye parastin.

Di heman demê de alaya Amerîkayê ya ku li ser tabûta Lincoln hatibû danîn jî dê were firotin.

Tê texmînkirin ku alaya Amerîkayê ya ku li ser tabûta Lincoln hatibû danîn di navbera 800-milyonek û 200 hezar dolarî were firotin.

Arlan Ettinger li ser nirxê alayê da zanîn:

"Zehmet bû ku mirov bihayê tiştekî wiha bêhempa diyar bike."

Di mezadê de dê alaya Amerîkayê ya 49 stêrk a sala 1959an jî dê hebe.

Piştî ku Alaska tevlî Amerîkayê bû hîn Hawaii tevlî Amerîkayê nebûbû.

Ew ala di dema serokatiya Dwight Eisenhower li Koşka Spî ya Amerîkayê bû.

Wekî din di mezadê de dê portreyên serokên Amerîkayê yên li studyoya wênekêşiya Bachrachê hatine girtin jî werin pêşkêşkirin.

Portreya Lincoln a ji aliyê Francis Bicknell Carpenter ve hatibû çêkirin ku wekî "Xwendina Yekem a Daxuyaniya Rizgariyê ji aliyê Serok Lincoln ve” nasîn jî di mezadê de cih bigire.

Mezad dê 22yê Çiriya Paşînê hem online û hem jî zindî li Galeriya Araderê ya li New Yorkê were lidarxistin.

Arlan Ettinger li ser mezadê medyayê re ragihand:

"Em nizanin dê di hilbijartinê de çi biqewime lê bi awayekî cidî niha eleqe li ser Ofîsa Serokatiya Amerîkayê û dîroka Amerîkayê heye."