Di Festîvala Roja Miriyan de pêşbirka 'kî baştir digirî' hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Meksîkayê her sal Festîvala Roja Miriyan a gelêrî bi rê ve diçe.

Di çarçoveya festîvalê de pêşbirka 'kî baştir digirî' hat lidarxistin.

Beşdar li ber tabûteke ku wekî nîşane hatiye danîn, giriyan û pêşbaziya şînê kir.

17emîn Festîvala Roja Miriyan (Dia de Los Muertos) 30ê Çiriya Pêşîn li bajarê San Juan del Rîoyê yê Meksîkayê hat lidarxistin.

Meksîkayî, mirinê wekî parçeyeke jiyanê dihesibînin ango dibêjin dema kesek bi temamî hate jibîrkirin mirina rast pêk tê.

Ew ji ber vê yekê her sal di çarçoveya çalakiyên xwe de serdana goristanan dikin û miriyên xwe bi bîr tînin.

Yek ji çalakiyên festîvalê ya girîng jî diyarkirina kesê ku herî baş şînê digire ye.

Jin ji bo pêşbirkê, li ber tabûteke ku wekî nîşane hatiye danîn, giriyan û wan pêşbaziya şînê kir.

Ji bo ku di şînan de bigirîn pere dihat dayîn jinan

Di sedsala 16emîn de ji bo ku di şînan de bigirîn pere dihat dayîn jinan. Ev pêşbirk jî wekî nîşaneya wê tê lidarxistin.

Rêveberê Desteya Tûrîzmê ya San Juan del Rîoyê Eduardo Romero got:

“Gelek caran bandorê li hestên mirovan dike. Hûn jî tevlî êşa wan dibin û xemgîn dibin.

Tu nizanî çawa bidomînî. Carinan tu nizanî bigirî yan bikenî.”

Beşek ji beşdaran li ber tabûtê performansên balkêş pêşkêş kirin.

Yekemînê pêşbirkê Carla Patricia got:

“Ev tiştekî pir xweş e. Ji ber ku ev pîşeyekî ku kêmbûyî ye. Şaredariya Del Rio bi saya me vê pîşeyê zindî dihêle. Ev pêşbirk wekî pêkenokê ye. Tu di nav ken û girî de dimirî.”

San Juan del Rîo bi girîngiya ku dide Muzexaneya Miriyan û Festîvala Miriyan a li navenda bajêr tê naskirin.

Kesên ku beşdarî pêşbirkê dibin eger bala temaşevanan bikişînin, dê di cenazeyan de bigirîn û pereyan qezenç bikin.