Rûsya ji peymana qedexekirina ceribandina nukleerê vekişiya

02-11-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Putîn CTBT Nukleer
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Rûsyayê ji “Peymana Berfireh a Qedexeya Ceribandina Nukleerî” (CTBT) vekişiya.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn yasaya hilweşandina erêkirina “Peymana Berfireh a Qedexekirina Ceribandina Nukleerê” (CTBT) îmze kir.

Belge li ser malpera weşana fermî ya belgeyên qanûnî hat belavkirin.

Nûnerê Rûsyayê yê rêxistinên navdewletî yên li Viyenayê Mixail Ulyanov eşkere kir, Moskow naxwaze ceribandinên nukleerî ji nû ve dest pê bike û got:

“Armanca sereke ew e ku em bi Wahingtonê re di mercên wekhev de bin.

Ev Însiyatîf 13ê Çiriya Pêşîn pêşkêşî parlamentoya Rûsyayê hatibû kirin.

Rûsyayê sala 2000an CTBT bi armanca rawestandina ceribandinên çekên nukleerî îmze kiribû.

Bi giştî 187 dewlet tevlî CTBTyê bûne û 178 dewletên beşdar peyman erê kirine.

Lêbelê çend welatan, di nav wan de hêzên nukleerî yên mîna Amerîka, Çîn û Îsraîlê heta niha ev peyman erê nekirine.

Di heman demê de dewletên ku xwediyê çekên nukleerî ne, bi dilxwazî soz dane ku wan neceribîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst