Dibe ku Mette Fredriksen ji bo avakirina hikûmeta nû ya Denmarkê bê rasipardin
Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Denmarkê bi dawî hatin û deng hatin hilbijartin, endam û alîgirên partiya Sosyal Demokrat kêfxweş in ku piraniya dengan bi dest xistine. Partiya Serokwezîr nikare bêyî hevpeymaniyê, piraniya parlamentoyê bi dest bixe lê çê dibe bi razîbûna partiyên din, Mette Fredriksen bo pêkanîna hikûmeteke berfireh bê rasipardin.
Partiya Sosyal Demokrat ji sedî 27.6ê kursiyan bi dest xistine. Sosyal Demokrat wek serkeftineke dîrokî bo xwe hesab dike ji ber %2 dengên xwe zêde kirine.
Kêfxweşiya endam û alîgirên Partiya Sosyal Demokrat a Denmarkê ye ku di hilbijartina parlamentoyê de piraniya dengan bidest xistiye.
Her çiqas partiya serokwezîr, bêyî hevpaymanê xwe nikare piraniya 179 kursiyên parlamentoyê pêk bîne ku 90 kursî ye lê dibe bi razîbûna partiyên din, Mette Fredriksen bo pêkanîna hikûmeteke berfireh bê raspardin.
Serokwezîra Denmarkê Mette Fredriksen got, “Piştî encamên hilbijartinê, niha 12 partî diçin parlamentoyê. Ev encameke dîrokî ye ku pêdivî bi hevahengiyê heye. Êdî vekirî ye ku piranî nikare hikûmetê pêk bîne. Lewra ez îstîfakirina hikûmetê pêşkêşî Şahjinê dikim. Eger partiyên din bi hilbijartina min hevra bin wek seroka hikûmetê, ez wê daxwazê qebûl dikim û ew jî baştirîn çareserî ye bo Denmarkê.”
Piştî cudakirina ji sedî 97ê dengan, Partiya Sosyal Demokrat ji sedî 27.6ê kursiyan bi dest xistiye. Sosyal Demokrat wek serkeftineke dîrokî bo xwe hesab dike ji ber %2 dengên xwe zêde kirine lê ya di vê hilbijartinê de zerermend e Partiya Lîberal a Venstre ku duyem mezintirîn partiya Denmarkê ye û di hilbijartina borî de 43 kursiyên wê hebûn, di vê hilbijartinê de tenê 23 kursî birine.
Endama Partiya Lîberal a Denmarkê Eva Kjer Hansen anî ziman, “Zêde yan kêm, me çaverêyî tiştekî wiha dikir lê niha divê em bizanin çawa dikarin hikûmetê pêk bînin. Hîn jî dibe em wek duyem partiya herî mezin bibin beşek ji hikûmetê û guman jî tê de nîne divê parlamentoyeke me hebe ku bi rastî bikaribin tê de bi hev re kar bikin.”
Beşek ji kursiyên duyem partiya herî mezin a Denmarkê ji partiya Serokwezîrê Berê yê Denmarkê Lars Lokke Rasmussen re çûne ku navê wê Moderates e û 16 kursî bi dest xistine.