Holanda dê 40 welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerine

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Holanda Rojavayê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Holanda dixwaze 40 welatiyên xwe ji kampên  Rojavayê Kurdistanê vegerine.

Hikûmeta Holanda ragihand ku , ew dixwaze 12 jin û 28 zarokên çekdarên DAIŞê ku xwedî nasnameya Holandîne li kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne welat.

Di nemayekê de hikûmeta Holanda tekez dike ku ew rijd in li ser vegerandina wan jinan ku tohmetbar in bi karên terorstî.

Hikûmeta Holanda di nemaya xwe ya ji bo Parlamentoyê de diyar dike ku dema ku wan hatin vegerandin dê rasterast werin desteser kirin û dadgehkirin

Di meha Adara îsal jî Holanda 3 zarok û jinek ji kampa Holê vegerand bûn.

Ev yek di demekê de ye ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dibêje ew dê Kampa Holê vala bikin û di vê çarçoveyê de bang her welatekê kir ku welatiyên wan li Kampa Holê hebin vegerînin.

Weke tê zanîn Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê de ye û zêdetirî 70 hezar koçber tê de dimînin, ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Nêzîkî 30 hezar ji wan Iraqî ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst