Li Parlamentoya Brîtanyayê derxistina PKKê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' hat nîqaşkirin

02-11-2021
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Parlamento PKK Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parlamentoya Brîtanyayê di rûniştina îro de mijara derxistina PKKê ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya wî welatî  û siyaseta dijwar a Tirkiyê ya li hemberî Kurdan hat nîqaşkirin.

Parlamenterê Partiya Karker Lloyd Russell-Moyle di rûniştinê de axivî û got, "Pergala ku lîsteya rêxistinên diyar dike kevn bûye" û daxwaz kir ku rêxistin bi çi awayî li "lîsteya terorê" tên zêdekirin, li ber çavan re bê derbas kirin..

Lloyd Russell-Moyle diyar kir ku Brîtanya di amadekirina "lîsteya rêxistinên terorê" de bi baldarî tevnegeriya û got, “PKK li ser daxwaza Hikûmeta Tirkiyeyê bêyî kontrol û garentiyên din di lîsteya rêxistinên terorê de cih girt.”

Brîtanyayê PKKê 2001ê li lîsteya xwe zêde kir

Brîtanyayê di sala 2001ê de PKK xiste nav "lîsteya terorê" û ew rêxistin wek "tevgereke cudaxwaz a ku li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê dewleteke kurdî ya serbixwe dixwaze" pênase kir.

PKK herwiha  di "lîsteya rêxistinên terorê" ya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de jî cih digire.

Parlamenterê Partiya Muhafazakar Crispin Blunt diyar kir ku “Tirkiye hewl nade ligel PKKê rêyeke aştiyê peyda bike” û got ku “dem hatiye ku Brîtanya têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re ji nû ve binirxîne.”

Nîqaşa li parlamentoyê li ser "Rapora Kurdistanê" ya Koma Meclîsê ya Hemû Partî (APPG) ku tê de bang li hikûmetê kiribû ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne û PKKê weke “rêxistina terorê” bi nav bike.

Parlamentera Partiya Karkeran Kim Johnson, bal kişand ser biryara dadgeha Belçîkayê ya sala 2020an a ku gotibû PKK ne rêxistineke terorîst e û got: “Divê vê biryara dîrokî ji bo helwesta hikûmeta me encamên girîng hebe.

Kim Johnson got, divê hikûmet li gorî van delîlan navê mane PKKê di "lîsteya terorê" de ji nû ve binirxîne.

Parlamentera Partiya Muhafazakar Amanda Milling jî diyar kir ku Tirkiye hevalbendê NATOyê ye û ew nêzêkî hev in, ew li dijî wê yekê ne ku ne PKKê ji nav “lîsteya terorê ya wî welatî were derxistin.”

“Bi sedan Kurd hatin girtin”

Parlamenterên Brîtanî herwiha siyaseta Tirkiyê ya li hemberî Kurdan gotûbêj kir.

Russell-Moyle got, "Bi sedan çalakvan, rojnamevan, parlamenter û şaredarên Kurd hatine girtin. Girtina çalakvan û rojnamevanan bi taybetî bi nebûna azadiya derbirînê ve girêdayî ye. Dema parlementer tên girtin gelek caran rastî binpêkirina mafên mirovan tên, lê ji bilî vê jî parêzbendiya wan tê rakirin.”

Parlementera Partiya Karkeran a Feryal Clark ku xelka Bakurê Kurdistanê ye, wê  jî behsa serpêhatiyên xwe yên şexsî kir û got: “Malbata min neçar ma ku ji ber zilmê bireve. Di zarokatiya min de axaftin û hînbûna kurdî neqanûnî bû û heta niha jî hikûmeta Tirkiyê ji bo pêşîlêgirtina axaftina bi Kurdî rê û rêbazên curbecur bikar tîne, ev jî fedî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst