Îdia: Tirkiye û Rûsya derxistina YPGê ji Kobaniyê gotûbêj dikin

02-11-2021
RÛDAW
Nîşan Rûsya Tirkiye Kobanî YPG HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo derxistina HSDê ji Kobaniyê danûstandinan dikin. Li gorî îdiayê Enqereyê armanc dike ku herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola wê de ne bi hev ve girêbide û Moskow ji bo kontrolkirina rêya M4 ya stratejîk li Idlibê tawîzan dixwaze.

Middle East Eye (MEE) ku navenda wê li Londonê ye, diyar kir ku Tirkiye û Rûsya li ser "operasyoneke leşkerî" danûstandinan dikin da ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pişta wê ye, ji Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê derxînin.

Di nûçeyê de gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên der barê operasyonê de yên "Em dê li Sûriyeyê di zûtirîn dem de gavên pêwîst bavêjin" hatin bibîranîn.

Çavkaniyên ku di derbarê mijarê de ji MEE re axivîn diyar kirin ku rayedarên Tirkiye û Rûsyayê ji bo fikarên Tirkiyeyê yên derbarê YPGê ku Enqere wê wek "terorîst" bi nav dike û rasterast bi PKK re têkildar dibîne ji holê rake, danûstendinan dikin.

Armanca Tirkiyê herêmên di bin kontrola xwe de bihev girêbide

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye bi girtina Kobanê û girêdana herêmên Cerablûs û Girê Spî yên di bin kontrola Tirkiyeyê de, armanc kir ku sînorê Rojava bigire.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin “Tirkiye bi girtina Kobanê û girêdana herêmên Cerablûs û Girê Spî yên di bin kontrola Tirkiyeyê de, armanc dike ku sînorê rojava bigire.”

Kobanî ji sala 2012an ve di bin kontrola YPGê de ye. Piştî operasyona Tirkiyê ya li dijî herêmê di sala 2019an de leşkerên Sûriyê û Rûsyayê derbasî nava vî bajarî bûn.

Rûsya dê hebûna xwe li Kobanî bidomîne

Li gorî çavkaniyên ku ji MEE'yê re axivîn, eger herdu alî li hev bikin, dê hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Kobaniyê bidome, lê Tirkiye jî dê herêmên derdora rêya M4 ya stratejîk kontrol bike.

Li gorî vê, Grûpên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên ku Tirkiye piştgiriyê dide, dê li bajêr neyên bicihkirin û kontrola hevpar a Tirkiye û Rûsyayê li ser M4 hebe. Tirkiye jî dê ewlehiya baregeha Rûsyayê ya li Sarînê misoger bike. Di berdêla wê de jî Rûsya dê piştrast bike ku şervanên YPGê ber bi başûr ve vekêşin.

Li gorî heman çavkaniyan, tawîzên Rûsyayê li ser operasyona Kobanî girêdayî hin dayîna tawîzên li bajarokê Erîhayê ya Idlibê yê ku dikeve ser rêya M4.

Lê hîn ne diyar e ka Enqere amade ye ji herêma Idlibê derkeve, ku bi milyonan mirov lê dijîn û navendên leşkerî û komên çekdar di qadeke teng de asê mane.

Lê rayedarên Tirk hefteya borî ji Bloomberg re axivîn û gotin ku Tirkiye difikire ku hin herêmên piçûk ên Idlibê ji Rûsyayê re bihêle da ku Rûsya piştgiriyê bide operasyonek gengaz a li ser Rojavayê Kurdistanê.

Bê lihevkirin operasyon nayê kirin

Çavkaniyên ji MEE'yê re axivîn diyar kirin ku danûstandinên bi Rûsyayê re hê jî dewam dikin û Erdogan beriya ku fermana operasyoneke leşkerî bide li bendê ye ku peymana bi Rûsyayê re were pejirandin.

Li aliyê din çavkeniyeke din jî dibêje "Di dawiyê de, ew biryarek siyasî ye."

Herwiha Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê ji malperê re axivîn û diyar kirin ku Hêzên Artêşa Tirk hema hema amadekariyên xwe yên ji bo operasyona leşkerî ya li ser Rojavayê Kurdistanê qedandine.

Yek ji wan çavkaniyan jî diyar kir ku li dijî operasyoneke muhtemel a hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsyayê, Tirkiye li Idlibê jî hêzên xwe bi cih kirine.

Çavkaniyê got: "Ezmûna me ya berê nîşan dide ku divê em ji aliyê leşkerî ve li Idlibê amade bin, tevî ku lihevkirinek bi Rûsyayê re bê kirin jî."

Rûsya lîstika dijwar didomîne

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Rûsyayê li hemberî van hemû geşedanan li hemberî Tirkiyeyê “lîstika dijwar” didomîne.

Hat bibîrxistin ku dawiya heftiya borî balafirên Rûsyayê li Efrînê ku tenê çend kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye navenda navenda SMO ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike bombebaran kir, û balafirên şer ên Rûsyayê jî roja Pêncşema borî li Qamişloyê hatibûn bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst