Pompeo: Firotina balafirên F-16an bo Tirkiyê neyasayî ye

02-11-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Mike Pompeo Firokeyên F-16
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, ji ber cezayên CAATSA firotina balafirên F-16an bo Tirkiyê neyasayî ye.

Nîqaşên derbarê balafirên F-35 û F-16 yên Amerîka û firotina wan bo Tirkiyê berdewam in. Piştî Tirkiyê ji Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî ya S-400 kirî, ji aliyê Amerîkayê ve ji projeya çêkirina F-35an hatibû derxistin û cezayên CAATSA bi ser de hatibûn ferzkirin.

Tirkiyê piştî zanî balafirên F-35 bo wê nayên dayîn li beramber pereyê li projeyê xerc kiriye ji Amerîkayê daxwaza kirîna balafirên F-16an dike.

Li gor medyaya Tirkiyê, Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo jî li Yunanistanê derbarê vê mijarê de ragihandiye: “Ji ber cezayên CAATSA firotina balafirên F-16an bo Tirkiyê neyasayî ye. Pêwîst e hikûmeta Amerîkayê li gor yasayan tevbigere. Ez bawer dikim Serokê Amerîkayê Joe Biden dê wiha bike. Daxwaza bingehîn ev e: Hevpeymanekî NATOyê nikare sîstemeke pêşketî ya berevaniya esmanî ya Rûsyayê bikire û çalak bike. Em di daxwazên xwe de her dem vekirî bûn. Me got ev rewş ne guncav e ku ew û F-35 bi hev re di destê we de bin. Pêwîst e hikûmeta Amerîkayê ti carî li hev hatineke ku tê wateya binpêkirina cezayê CAATSA nefikire.”

Pompeo gotiye: “Tirkiye bi awayekî provoke tevdigere. Nabe pirsgirêkên di nav hevpeymanên NATOyê de bi rêya hêzê bê çareserkirin. Me her dem banga beşdarbûna hevdîtinan li Tirkiyê kir. Me got `di nav NATOyê de ji bo çareseriya pirsgirêkan mekanîzma hene. Pêwîst e çareserî bi rêya hêz, dagirkerî û gefa tundûtujiyê neyê dîtin. Rêya axaftina hevpaymanên NATO yên baş û welatan  ne ev e. Rewabûn û rêkarên navdewletî hene û ez hêvî dikim hikûmeta Tirkiyê ji vêya têdigihêje.”

Mijara kirîna F-16an di hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden de jî hatibû rojevê. Erdogan got, Biden erênî nêzîka firotina F-16an bo Tirkiyê bûye, lê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, Biden gotiye pêwîst e ev mijar li Kongreyê bê çareserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst