41 Endamên Kongreyê bo Blinken: F-16an nefiroşin Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - 41 endamên Kongreya Amerîkî bi nameyekê ji Wezîrê Derve yên Amerîkayê Antony Blinken re daxwaz kirin ku firokeyên F-16 nefiroşin Tirkiyê.

Tirkiye di berdêla 1.4 milyar dolarî de ku ji bo kirîna fikokeyên F-35an dabû, daxwaz kiribû ku 40 firokeyên nû yên F-16 bistîne. Li ser vê yekê 41 endamên Kongreya Amerîkayê nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re nivîsandin û xwestin ku F-16 neyên firotin.

Bi pêşengiya Endamên Kongreyê yên Demokratan Chris Pappas, Carolyn Maloney û Komariyan Gus Bilirkis nameyek hat amade kirin û tê de hat ragihandin ji ber ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstemên S-400 kirîne cezayên CAATSA bi ser Tirkiyê de hatine sepandin, ji bernameya F35an hatiye derxistin û firotina F-16an bo Tirkiyê dê derbarê siyaseta Amerîkayê de bibe sedema gumanê û di heman demê de rîsk e.

Di nameyê de endamên Kongreyê hişyariya Blinken a derbarê sizayên zêde yên li dijî Tirkiyê hate bibîrxistin û balê dikişînin ser wê yekê ku tevî van hemûyan jî helwesta Serokkomarê Tirkiyê Erdogan nehatiye guhertin.

Beriya niha jî 11 endamên Kongreya Amerîkî ji Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Derve Antony Blînken re peyamek şandibûn û bang kiribûn ku firokeyên F-16an nefiroşin Tirkiyê. Herwiha Konseya Rêbertiyê ya Amerîkan a Helenik (HALC), Komîteya Cihû ya Amerîkan (AJC) û rêxistinên Ermenî, Hind û Kurdan jî piştgiriya wan dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Lûtkeya G-20 de li Romayê hevdîtin pêk anîn û li ser mijara firokeya gotûbêj kiribûn.

Erdogan ragihand ku wî ji Biden re gotiye ku ew dixwazin F-16 ji Amerîkayê bikirin û Biden erênî dîtiye.

Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de wiha gotibû “Biden got 'Dibe ku em zû encam negirin. Hûn dizanin, ew di du beşên cûda, Meclîsa Nûneran û Senatoyê de derbas dibe. Wek hûn jî dizanin rewş 50-50 e, lê ez dê çi ji destê min tê bikim. Û min jê re got, 'Ez bawerim ku tu dikarî bigihî vê yekê û ez dibînim ku niha di vê mijarê de giraniya te heye.'”

Enqerê berê siparîşa zêdetirî 100 balafirên şer ên F-35 dabû, lê di sala 2019 de piştî ku ji Rûsyayê sîstema berevaniya mûşekên S-400 kirîbû, ji aliyê Amerikayê ve ji bernameya F-35an hatibû derxistin.

Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê di van salên dawîn de ji ber nêzîkbûna Enqerê ya bi Moskowê re, çalakiyên neft û sondajê yên li Derya Spî, doza Halkbankê û geşedanên li Sûriyê aloz bûne.

Pispor di wê baweriyê de ne ku serlêdana Tirkiyeyê ya ji bo F-16an, bi qasî 6 mîlyar dolarî, dê neyê qebûlkirin.