Li Viyêna êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Nemsayê bajarê Viyêna êrîşeke çekdarî çê bû û polîsê Nemsa ragihand, ku di encama wê êrîşê de 7 kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Wezareta Navxwe ya Nemsayê ragihandiye, ku li paytexta wî welatî bajarê Viyênayê li nêzîkî sînagogê êrîşek hate kirin, û hejmareke kuştî birîndar di êrîşê de hene.

Polîsê Viyêna li ser Twîterê belav kiriye, ku çend kes birîndar bûne, û hêzeke zêde ya polîsan li nava paytextê hatiye belavkirin.

Li gor zanyariyên medyaya xwecihî jî di encama êrişê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûn.