Hewl hene ku hejmarek jinên çekdarên DAIŞê vegerin Holanda

02-11-2019
RÛDAW
Derdora 260 welatiyên Holandayê tevlî DAIŞê bûne
Derdora 260 welatiyên Holandayê tevlî DAIŞê bûne
Nîşan Holanda DAIŞ Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Holanda yek ji wan 110 welatên cîhanê ye, ku hijmarek welatiyên wê çûne nav rêzên DAIŞê, û niha li gel jin û zarokên xwe dixwazin vegerin welatê xwe.

Li Kampa Holê ya li Cezîra Rojavayê Kurdistanê, bi dehan hezaran koçberên navxwe yên Sûriyê û jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê hene.

Li dadgehek bajarê Denhayê yê Holandayê, hewlek heye bo vegera 23 jin û 55 zarokên çekdarên DAIŞê yên berê.

Derbarê mijarê de Parêzer Andre Seebregts dibêje: “Me daxwaz ji dadwer kir, ku guşarê bixe ser hikûmeta Holandayê, daku 55 zarokên gelekî biçûk ku temenê wan ji 6 salan û kêmtir li gel 23 dayikên wan vegerin Holandayê. Eger hikûmeta Holanda jî wê yekê neke, em dê bi xwe daxwazê ji hikûmetê bikin, daku destpêşxeriya Amerîkayê ya vegera wan zarok û dayikan bo Holandayê pesend bike.”

Ev hewl di demekê de ye, ku di çend mehên borî de Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran daxwaz ji welatên Ewropayê kiribû, ku dîlên DAIŞê yên li jêr desthilata HSDê û jin û zarokên wan vegerînin.

Holanda jî wek piraniya welatên din ên Ewropayê wan kesan wek gefê li ser ewlekariya xwe ya niştîmanî dibîne, herwiha di dema vegera wan de jî dê li jêr kontrolek dijwar û zehmet de bin.

Andre Seebregts herwiha got: “Dema ew digihên Holanda, yekser wan li beşê terorîstan bicîh dikin, ev siyaseta Wezareta Derve ya Holendayê ye. Piştre wan dadgeh dikin û bi cezayên tund dadgeh dikin, herwiha bo dema 3 salan kelepçeya dijîtal dixin lingên wan. Hinek cih û kes jî bo ser wan tên qedexekirin. Komputer û telefon bi tevahî li jêr pişkinîn û kontrolê dimînin, ew bo dema 3 salan di wê rewşa dijwar de dijîn.”

Li gor zanyariyên nefermî, nêzîkî 260 Holandî çûne nav rêzên DAIŞê. Niha bi giştî nêzîkî 600 jinên çekdarên berê yên DAIŞê û zêdetirî hezar û 200 zarokên wan li jêr kontrola HSDê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst