Di 2 salên derbasbûyî de 13 xortên Kurd li Swêdê hatin kuştin
Stockholm (Rûdaw) - Diye û Şayan bi hevdu re bûn. Gava hatin derve ji kafeteryayekê, kesekî ji piştê ve teqe berda Şayanê 22 salî, ku tenê 8 roj mabû biketa 23 saliya xwe. Tenê ev tişt di bîra Diye de maye ku gava Şayan ket ser erdê, destê xwe da ser sînga xwe û got, “Xwedêyo, ji çi ez!” Diye, ku hêj şoka bûyerê ji ser xwe neavêtiye, ji vê gotinê zêdetir nikare tiştekî din bibêje.
Ev bûyer di nav hefteya derbasbûyî de li taxa Nacka ya bajarê Stockholmê rûda, paşê jî bû rojeva medyaya Swêdê.
Li gor amareyan di 2 salên derbabsûyî de 13 xortên Kurd li Swêdê hatine kuştin lê kuştina Şayan gelek deng da. Polîs û medyaya wî welatî çend caran destnîşan kir ku ew xort bi neheqî û bi şaşî hatiye kuştin.
Apê Şayan Bextiyar Caf ji Rûdawê re got: “Dilniyayî dane me ku Şayan bi şaşî hatiye kuştin. Li ser navê B, ji aliyê mafyayan ve hatiye kuştin.” Bextiyarê ku wêneyê hedefa rasteqîn a mafyayan dîtiye, ti gumana wî ji wê yekê nemaye ku kurê wan bi şaşî hatibe kuştin û got: “Hemû xortên niha xwediyê stîlekê ye û rihê ber didin û kumikekî reş û çaket û pantololekî reş li xwe dikin. Ev jî pir li kesê bi navê B. diçe.”
Hêsir ji çavên Şêrkoyê bavê Şayan kêm nabe. Ew li Kurdistanê bû û li benda agahiya mirina xwişka xwe bû, ku ji destê penceşêrê dinaliya. Lê agahiya mirina kurê wî jê re çû. Şêrko dibêje: “Hemû hêviya kurê min ew bû ku zanîngehê temam bike. Dixwest di ware ol û civakê de lêkolînê bike. Karê wî yê dawiyê jî lêkolîneke li ser Kurdên Êzidî bû.”
Şêrko dibêje qet rojekê jî kurê wî ji jiyanê gazinc nekir. “Tenê gazincek wî hebû û wan bo min behs kir, ew bû ku di dema mirinê de gotiye: Xwedêyo, ji bo çi ez!” Şêrko digirî û destê xwe bo asîman vedike û dibêje: “Xwedê bila ev şewata kezeba malbata me ya dawî be û Şayan yekane qurbaniyê destê mafyayan be.”
Daxuyaniyeke mamosteyê Şayan y abo rojnameyeke Swêdê, bala xelkê wî welatî gelek kişand, ku Şayan gotibû: “Ger zanîngehê temam bikim, dê alîkariyê bidim wan xortên tûşî grûpên mafyayî bûne.” Mamosteyekî Şayan ji rojnameya Afton Bladetê re got: “Mixabin Şayan bi xwe bû qurbaniyê wan grûpan.”
Li gor wan zanyariyên ketine ber destê Rûdawê, kesê bi navê B. Kurd e û kesekî ji nav grûpên mafyayê ye. Ew qas nebûye ji zindanê derketiye û bi çend karên kuştin û revandin û êrîşê re têkildar bûye.
Zêdebûna grûpên xortên biyanî yên tundrew ku beşeke wan a diyar Kurd in, cihê nîgeranî û metirsiyê ye bo piraniya wan malbatên Kurd, ku kurên wan mezin dibin.
E. B. Kurd e û ji zû ve li Swêdê ye, ku kurekî wî beriya demekê hatiye kuştin, kurekî wî jî tûşî wan grûpan hatiye û bi girtina hetahetayê tê cezakirin. Ew dibêje: “Her kes dizane kur kurê min ê hat kuştin, ji her tawanekê bêpar bû.” Li gor zanyariyê Rûdawê kurê E. yê hatiye kuştin, li ser nave kurê wî yê tawanbar hatiye kuştin.
S. bavê xortekî din e, ku par di van deman de ji aliyê grûpeke mafyayî ve gule lê hat berdan û hat kuştin. S. ji Rûdawê re got: “Ji destdana yekane kurê min ji aliyekî ve û nezanîna sedema kuştina wî ji aliyekî ve jiyan li min fewtand.”
Wî got: “Ti caran li benda vê nebûm. Li bajarekî wek Stockholmê bi vê şêweyê malbatên me wêran bibe.”
Lawên navê xortekî Kurd e û ji zû ve ye li Swêdê ye, ku qurbaniyên wan hene û beriya niha 2 salan pismamekî wî, ku tûşî yek ji wan grûpan bû, hat kuştin. Lawên got: “Wê demê zanîbû jiyana wî di metirsiyê de ye û vegeriya Kurdistanê. Nêzikî 3 salan xwe veşart. Paşê bo hinek karên rûtîn ni awayekî nehênî vegeriya Swêdê. Lê derfet lê anîn û bi şêweyekî hovane ew kuştin.”
Li gor amarê saziyeke civakî ya Swêdê, di saleke derbasbûyî de 26 bûyerên kuştina xortên temen 15-29 salan pêk hatin. Li gor saziyê ji sala 1987a vir ve ev cara yekem e, ku di dîroka Swêdê de karê tundtijiyê û bi taybet beramberî xortan, bi vê şêwêyê zêde bûye.
Lêkolînvan û pisporê di warê civakî de Peykan Caf dibêje: “Diyardeya tûşbûna xortên biyanî yên nîştecihên Swêdê xetaya dewletê ye. Ev jî ji ber kombûna malbatên biyanî ne li cih û herêmên taybet ên li dûrê Swêdiyan.”
Peykan bi xwe jî xwediyê qurbaniyekî ye û xalê Şayan e. Ez bawer dike ku ti peywendiya xwarziyê wî bi wan grûpan re tune bû, lê yek ji qurbaniyên wan tundûtîjan e, ku êrîşê ser hemû malbatên Swêdê dikin.
Peykan Caf dibêje: “Civak berbi pêşketineke newekhev ve diçe, li hemberî kokê, li hemberî komên biyanî, li hemberî şûnasê wan nifşê bûne beşek ji civakê. Swêd ev 30-35 sal in penaberan werdigire. Ew hemû malbat penaber in. Ew wergirtin û li vir mezin bûn. Ew nifşa di nav rikbereyeke navxweyî ya derûnî de ne di navbera nasnameya welatên xwe û nasnameya vir. Ew dikevin nav berwairdkirinekê, ku newekhev û needaletî tê de tede ye. Êdî rêyeke nê hêja digirin ber xwe bo dîtin û vegerîna li dû xwe.”
Niha jî di meday û navendên cuda yên Swêdê de hinek tax, ku tenê biyanî lê dijîn, wek taxên marjînal tên binavkirin, Peykan dibêje: “Ew nifşê ji malbatên wan taxan çêbûne, xwediyê perwerdiyeke taybe bû û têkel nebûn. Îro bi vê şêweyê li dû şûnasiya xwe digerin.”