Televîzyonên cîhanî ji Rûdawê re bûn piştevan

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Peywendiyên Medyayî ya Navneteweyî ENEXê ku 50 televîzyonên mezin ên cîhanê endamên wê ne, kiryarên Komîsyona Ragihand û Medyaya Hikûmeta Iraqê yên li hemeberî Tora Medyaya Rûdawê şermezar kir.

 

Desteya Cîbicîkar ya Tora ragihandinê ya ENEX ku li sertaserê cîhanê kar dike li dijî hewlên girtina Rûdawê derket. 


ENEXê daxwaza paşvekêşana biryara  5/9714/A/7   dike ku ji aliyê Komîsyona Ragihand û Medyaya Hikûmeta Iraqê hatiye derxistin.


Rêveberê Giştî yê ENEXê Adrian Wells li ser destwerdanên karên Tora Medyaya Rûdawê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve daxuyaniyek belavkiriye û biryara Komîsyona Ragihand û Medyaya Hikûmeta Iraqê şermezar dike.


Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Rûdawê endamekî ENEXê ye ku li seranserê cîhanê kar dike û ew rêxistin piştevaniyê ji azadiya medyayî dike .

 

Adrian Wells  desnîşan dike ku endamên ENEXê li dijê her hewlekê ne ku li dijî Rûdawê tê dayîn û Rûdaw karê xwe li Iraqê û gelek cihên din baş dike

 

ENEX dide xuyakirin di aloziyên wê dawiyê yên Iraqê de wan pişta xwe bi wan dîmenan girêdane ku ji Rûdawê gihane destê wan û bi awayekî profesyonel kar kirine û tîma Rûdawê hertin li hêlên pêşiyê yên şer de bûne bi taybetî di dema operasyona kontrolkirina Mûsilê û yek ji pêşkeşkarên wan yên navdar Şîfa Gerdî di dema rûmala şer de ji ber teqîna bombeyekê şehîd bûye.

 

ENEX daxwazê dike ku biryara daxistina Rûdawê bê kişandin û gefê li ser karmendên wan bêne rakirin

 

Komiteya Damezrînên a ENEXê ku ji nûnerên CBS(Amerîka) Sky (Birîtanya), RTL (Almanya) SIC (Portekiz), VTM (Belçîka), TV4 (Swêd), TVN (Polonya), NTV (Rûsya ), Caracol (Columbia), M6 (Fransa)  pêk tê di vî warî de piştevaniya Tîma Rêveberiya ENEXê dikin.