Fransa û Almanyayê bangî welatiyên xwe kir: Ji Îranê derkevin!

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Fransa Îran Şerê Îran û Îsraîlê Êrişa Mûşekî ya Îranê Hizbulaha Libnanê Spaya Pasdarên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fransa û Almanyayê bangî welatiyên xwe yên li Îranê kir ku bilez ji wî welatî derkevin.

Rageşiya li Rojhilata Navîn dilgiranî bi welatên Ewropayê re çêkiriye û bangî weatiyên xwe dikin ku ji Îranê derkevin.

Balyozxaneya Fransayê ya Tehranê diyar kir ku divê welatiyên Fransayê yên ku li Îranê dimînin ji ber rageşiya li Rojhilata Navîn bi awayekî demkî ji welêt derkevin.

Her wiha Balyozxaneya Fransayê bangî welatiyên Fransayê yên ji bo geştyariyê çûne Îranê jî kir ku bilez ji Îranê derkevin.

Almanyayê êrişa Îranê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku rewşa tevahiya herêmê (Rojhilata Navîn) gelekî aloz e û bangî welatiyên xwe kir ku ji Îranê derkevin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê êrişa mûşekî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê bi tûndî şermezar kir.

Serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzi Halevi diyar ku ew dê bersivê bidin êrişa mûşekî ya Îranê.

Halevi diyar kiribû ku hêzên wan dikarin li Rojhilata Navîn êrişên mezin li dijî Îranê pêk bînin.

Herzi Halevi hişyarî dabû Îranê û dabû zanîn ku dê dijmin bersivê bibînin.

Aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Spaya Pasdaran a Îranê 7 kes hatibûn kuştin ku 2 ji wan general bûn.

Îranê ragihandibû ku êrişa Îsraîlê ya li dijî konsulxaneyê tê wateya êrişa ser li axa Îranê û ew dê bersiva Îsraîlê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Îranê 13ê Nîsanê bi sedan dronên kamîkaze û mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihand ku wan êrişî hinek hedefên leşkerî kiriye.

Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya sîstema parastinê rê li ber gelek êrişên Îranê hatiye girtin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Êrişa 1ê Çiriya Pêşînê

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku saet derdora 19:30î Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişa mûşekî kir.

Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku biçin cihên parastî û agahdarî xwe bin.

Spaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wan bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 250 mûşekî hatine avêtin.

Spaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebas Nîlfiroşan hatiye kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

Koşka Spî ragihand ku Biden ji artêşa Amerîkayê xwestiye ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hemberî êrişên Îranê biparêze.

Kuştina Heniye, Nasralah û Nîlfiroşan

Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye tîrmeha îsal li Tehranê piştî merasîma sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrişekê de hatibû kuştin.

Her wiha 27ê Îlonê artêşa Îsraîlê baregeha Hizbulahê ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Di encamê de Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Spaya Pasdaran a Îranê yê Libnanê Ebas Nîlfiroşan hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst